Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn 2020-11-27 09:14:45 RIHA - Hevjînên hev Halîl û Adalet Çay ku ji ber ferzkirina cerdevantiyê ji herêma Qerejdax a Sêwregê koç kirine, gava piştî salên dûr û dirêj cardin vegeriyan warê xwe, vê carê jî bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû mane.    Hevjînên hev Halîl û Adalet Çay, di sala 1990'î de ji ber cerdevantî li wan hatibû ferzkirin ji herêma Qerejdax a navçeya Sêwreg a Rihayê koç kirine. Lê belê gava piştî salên dûr û dirêj cardin vegeriyane warê xwe, vê carê jî bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû mane. Halîl Çay, jiyana xwe ya bi sirgûnê destpêkir û bi binçavkirin û girtinê dewam dike di pirtûka xwe ya bi navê "Doganin Kahramanlik Destani" de yek yeko behs kiriye.    AN ÇEK AN KOÇBERΠ   Çay, diyar kir ku ji ber ku cerdevantî qebûl nekiriye her tim gef lê hatine xwarin û got: "Fermandar got 'sê rê li ber te ne.' Yek jê hilgirtina çeka cerdevantiyê, ya dudoyan koçberî û ya sisêyan jî bi guleyekê kuştina te. Got, 'Gere tu yekê ji van hilbijêrî.' Wê kêliyê min hew xwe girt û giriyam. Pirsî 'Ji bo çi digirî?' Min got, 'Tu dixwazî ji axa dê û bavan biçim. Aha, gora bavê min li vê derê ye. Niha ez bûme mêvan, tu jî bûyî mazûban.' Pir li zora min çû. Tiştek ji destê min nehat û mecbûr mam koç bikim."    GIRTÎGEH    Çay, anî ziman ku ji ber zext û zoriyan mecbûr mane di sala 1993'yan de ço bikin û wiha pê de çû: "Ewilî, em çûn Edeneyê. Ji bo debara xwe em li nav erdan şixulîn. Di sala 1996'an de ji ber îfadeyekê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hatim darizandin û min birin Girtîgeha Konyayê. Bi îdiaya alîkariyê 3 sal û 4 meh ceza li min hat birîn. Paşê min birin Girtîgeha Nevşehîrê. Gava girtîbûm rewşa malbata min qet nebaş bû. Ji ber ku hevjîna min bi tirkî nizanibû, me nikaribû pir hev bibîne."    SIRGÛNA DUYEM    Gava Çay di girtîgehê de bûye, malbata wî mal biriye navenda Rihayê û piştî hatiye berdan ji ber di nav xebatên siyasî de cih girtiye cadrin hatiye sirgûnkirin û vê carê ji mecbûrî koçî Stenbolê kiriye. Malbata Çay, 5 salan li Stenbolê dimîne. Lê ji ber ku dibînin jiyana metrepolê hem ji bo wan hem jî ji bo zarokên wan zirar e, cardin berê xwe didin Rihayê.    Çay ji bo vê rewşê ev tişt gotin: "Di warê aborî de rewşa me hebikekî baştir bû. Cardin daxilî nav xebatên siyasî bûm. Cardin bi zext û zoriyan re rû bi rû mam. Vê carê berê xwe dan malbata min. Zarokên min ji kar hatin derxistin. Aşxaneyek me jî hebû. Rabûn wê jî girtin. Şerekî derûnî dikirin."    GIRTIN    Çay, bilêv kir ku di sala 2012'an de di çarçoveya "lêpirsîna KCK'ê de" cardin hatiye girtin û 2 sal û nîvan di girtîgehê de maye û di dema "pêvajoya çareseriyê" de hatiye berdan.    Çay, anî ziman ku piştî hatiye berdan cardin daxilî nav xebatên siyasî bûye û di sala 2016'an de gava MEYA-DER'a ku wê demê ew serokê wê bûye hatiye girtin cardin hatiye girtin. Çay got: "Vê carê 20 mehan di girtîgehê de mam. 9 sal ceza li min birîbûn. Lê piştî Dadgeha Îstinafê ceza xera kir, hatim berdan. Dû re dosye beraet kir. Piştî sal û nîvekê, vê carê jî di bin navê 'pergala zindanê' de cardin hatim girtin. 7 mehan girtî mam. Berî bêm berdan bi pênc rojan, min di nûçeyan de bihîst ku hevjîna min jî hatiye binçavkirin. Gava hatim berdan hevjîna min di binçavan de bû. Min ji heyeta dadgehê re got 'A ku hûn dikin êdî ne darizandin e. Hûn înfazê dikin.' Hîn jî em ne rihet in. Tim li derdora mala me ne. Zext û zorî didome. Armanca wan, em xwe radestî wan bikin. Lê belê me tiştek nekiriye ku em xwe radest bikin."    HEPSA MALÊ    Dayika Aştiyê Adalet Çay a 60 salî jî, di 6'ê Cotmehê de tevî 3 dayikên aştiyê hatiye binçavkirin û 9 rojan di binçavan de maya û bi cezayê hepsa malê hatiye berdan. Çay, niha meheke di mala xwe ya li Taxa Yenîşehîrê ya li navçeya Halîliyeyê di hepsa malê de ye. Ji ber vê nikare ji malê derkeve.    Dayik Çay, anî ziman ku gava sirgûnî bajarekî ku bi zimanê wê nizanibû bûne, bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû mane. Çay, destnîşan kir ku di rewşeke wiha de zarokên xwe bi tahb û rebenî mezin kiriye. Çay, bilêv kir ku piştî hevjînê wê hatiye girtin jiyana wan zehmtir bûye û got: "Min bi tirkî nizanibû. Îcar gava hevjînê min hat girtin, em perîşan bûn. Kurê min li cem qesabekî dixebitî. Tenê ew dixebitî. Kesekî me tune bû. Em bi tena xwe bûn. Ji ber ku tirkiya min tune bû, min nizanibû ez ê çawa biçim girtîgehê, hevdîtinê bi hevjînê xwe re bikim. Umrê me li ber deriyên girtîgehan derbas bû. Gava mirov bê sirgûnkirin, van tiştan tînin serê wan. Me dev ji her tiştê xwe berda û em çûn."    ‘NIKARIM BIÇIM GUNDÊ XWE'    Dayik Çay destnîşan kir ku dayik ji bo êşê nekişînin li ber xwe didin û wiha got: "Em naxwazin tu dayik bigirîn. Em li ber her tiştî bûne sîpre. Çawa li xwe difikirim, li dayikên din jî difikirim. Divê xweyî wijdan bin. Tim binçav dikin û digirin. Niha jî nahêlin ji avahiyê derkevim. Ez dayik im, ez ji avahiyê derkevim ê çi bibe, dernekevim ê çi bibe? Di warê ruhî de rewşa min nebaş e. Nikarim derkevim derve. Nikarim biçim gundê xwe. Dixwazim biçim, lê nikarim. Ev rewş her diçe xirabtir dibe. Ma mirov tiştekî wiha tîne serê dayikekê? Çi sûcê min heye? Ji ber ku doza aştiyê dikim, van tiştan tînin serê min. Ev zilm e. Dayika Emîneyê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Ji min re dibêjin, 'ji bo çi tu çûyî şîna wê?' Êdî bes e, bila ev êş biqedin."    MA / Bariş Polat