Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e 2020-11-27 09:17:08 WAN - Bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" 12 sal û 3 meh ceza li Bûrhan Borak hatibû birîn. Dadgeha Îsinafê jî serlêdana heyî bi awayekî qismî qebûl kir û cezayê hatibû birîn kêm kir, kir sal û 2 meh. Her wiha îstinafê ji bo parvekirina "Dijminê kurdan Erdogan" gotiye, ne parvekirineke rencîdeyî ye. Li Wanê ji ber 7 parvekirinên medyaya sosyal ên di sala 2014'an de bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" doz li Bûrhan Borak hatibû kirin. Dadgeha Ceza ya Asliye ya 2'yan a Wanê ji bo her parvekirinekê sal û 9 meh û bi giştî 12 sal û 3 meh ceza li Borak birîbû û ceza jî taloq nekiribû.    Parêzerê Borak Cîhat Dûrmaz, piştî vê biryarê serî li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê daye. Dûrmaz, di serlêdana xwe de diyar kiriye ku parvekirinên muwekîlên wî di "çarçoveya azadiya fikr û ramanê" de ne û cezayê ji bo her parvekirinekê hatiye birîn dijî hiqûqê ye.    Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Îstinafê ya Erziromê jî serlêdanê bi awayekî qismî qebûl kiriye û ji bo parvekirinên "Ahmetko, mirov serokwezîr be tiştekî çawa ye" û "Serokomar Recep, Serokwezîr Tayyîp, dijminê kurdan Erdogan" biryar daye ku ev parvekirin ne sûc in û tu rencîdekirinê di xwe de nahewînin.    Dadgeha Îstinafê ji bo her sê parvekirinan biryara beraetê daye. Lê belê ji bo 4 parvekirinên din derpêş kiriye ku "heqaret li serkomar hatiye kirin" û cezayê hatiyû birîn jî kêm kiriye, kiriye sal û 2 meh û 17 roj.    Piştî vê parêzer Dûrmaz jî serî li Dadgeha Bilind daye û di vê serlêdana xwe de jî destnîşan kiriye ku divê parvekirinên muwekîlê wî di çaçroveya "azadiya fikr û ramanê" de bên nirxandin.    MA / Mujdat Can