Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî 2020-11-27 09:17:43 COLEMÊRG - Li Geverê, qeyûm Midûrê Yekîtiya Xizmeta Gundan Erol Zîrek, daniye ser 6 midûriyetan. Hevşaredar Îrfan Sari ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, diyar kir ku qeyûm tayinî hemû amîrtiyan hatiye kirin û tişta hatiye kirin jî bêhiqûqîtî ye.  Wezareta Karên Navxweyî di 18'ê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Geverê ya HDP'î kiribû. Wezaretê qeymeqamê navçeyê Osman Dogramaci kiribû qeyûm. Piştî ku Dogramaci bû qeyûm, gelek kes danîn ser amîrtiyan û midûriyetan. Yek ji van kesan jî Midûrê Yekîtiya Xizmetên Gunda yê Navçeyê Erol Zîrek e. Rêveberiya qeyûm Zîrek daniye ser 6 midûriyetên şaredariyê. Navê van amîrtî û midûriyetan ev in: Midûriyeta Îmar û Bajarsaziyê, Midûriyeta Karên Fenê, Midûriyeta Park û Baxçeyan, Midûriyeta Etud Projeyê, Midûriyeta Av û Qenalîzasyonê, Amîrtiya Sewqkirina Wesayîtan.    Qeyûm ewilî cihê Reşît Ataman guherandibû û 3 kar dabûn ber wî. Rêveberiya qeyûm Ataman danîbû ser Midûriyeta Nivîsgehê, Midûriyeta Çand û Karên Civakiyî û Midûriyeta Karên Keyatiyê.    SARI: BÊHIQÛQÎTÎ YE   Hevşaredarê HDP'ê Îrfan Sari ku qeyûm tainî şûna wî hat kirin, ji bo tiştên tên kirin anî ziman ku dijî hiqûqê ne. Sari, diyar kir ku li gor qanûnên şaredariyê ne mimkun e ku mirov kesekî deyne ser 6 midûriyetan. Sari, bilêv kir ku bi vî awayî qeyûm tayinî hemû yekeyên şaredariyê hatine kirin.    Sari got: "Qeyûm tenê hevşaredariya Şaredariya Geverê xesp nekiriye, hemû amîrtiyên şaredariyê xesp kiriye. Midûrê Perwerdehiyê û çend personelên wî, Midûrê Mal û Milkan, Midûrê Nivîsgehê yê Qeymeqamtiyê, Midûrê Xizmetên Gundan danîn ser amîrtiyên şaredariyê."    TRÎLYONEK DEYN    Sari, anî ziman ku rêveberiya qeyûm îhaleyeke betonê ya bi 13 milyon TL'yî kiriye û asfaltkirina rê, karê avê û îslehkirina cibaran ji aliyên hin saizyn dewletê ve hatine kirin. Her wiha Sari da zanîn ku deynê şaredariyê ji 680 milyon TL'yî niha bûye nêzî trîlyonekê.    MA / Gokhan Altay