Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin 2020-11-27 11:42:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li hin bajaran vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes binçav kirin.    Li dijî welatî, kesayet, siyasetmedar û sazî û rêxistinên sivîl ên civakî bênavber operasyonên pêla binçavkirin û girtinê pêk tên. Vê sibehê jî li ser fermana dozgeriyan li hin bajaran polîsan bi ser malan de girt û gelek kes binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de kelûpelên welatiyan jî serûbin kirin.      ŞIRNEX   Li navçeya Hezex a Şirnexê polîsan bi ser mala rêvebirê HDP'ê yê berê Husnu Babat de girtin û binçav kirin. Babat ê ku sedemê binçavkirina wî nehat zanîn birin Midiûriyeta Polîsan a Hezexê.    WAN    Polîsan duh bi şev bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Wanê de girt. Bêyî ku agahî bidin rêveberek partiyê serdegirtin pêk hat û polîsan li qata çaremîn a ku aydê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ye lêgerîn pêk anîn. Dest danîn ser hardîsk û hin pirtûkan. Polîsan li ser depê li odeyê jî nîşeya "Selamileleykim, o em hatin" nivîsandin.    Li aliyê din vê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de jî girt. Di serdegirtinan de Denîz Adar Eldemîr, Dilaver Eldemîr, Ferhat Azan û Arjîn Tuncer hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Ferhat Eldemîr jî li Xarpêtê hat binçavkirin.    AMED    Li navenda Amedê jî polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girt. Di serdegirtinên malan de endamê Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Azîz Yagmûr û kesê bi navê Mehmet Yalçin hatin binçavkirin.    Polîsan deriyê mala Azîz Yagmûr şikandin û ketin hundir. Polîsan 4 kesên li malê bi ser dev dirêjkirin û sîleh xistin serê wan. Polîsan bi qûndaxa sîlehê li Umît Akbiyik dan. Her wiha pol3isan pê li pişta Çeko Mîmkara û birayên Azîz Yagmûr, Mehmet û Fûrkan Yagmûr kirin û li wan dan. Polîsan heqaret û tehdît kirin. Hemû kelûpelên malê serûbin kirin û dest danîn ser telefon û pirtûkan.    Akbiyik û Mîmkara ji bo rapora lêdanê werbigirin çûn nexweşxaneyê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.    Tê gotin dibe hejmara binçavkiriyên li Amedê zêde bibin.    SÊRT    Li Sêrtê jî polîsan bi ser mala Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Cemîle Altan de girtin û li malê lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê Cemîle Altan binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Sêrtê.    ÊLIH    Hat zanîn ku li Êlihê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Tê gotin derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê heye û 14 kes bi îdiaya bûyerên 6-7-8'ê Cotmehê yên Kobanê hatine binçavkirin.    ÎZMÎR    Li îzmîrê jî polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de kelûpel hatin belavkirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal, telefon û computeran.    Di serdegirtinan de Zerga Ozturk, Fadîme Kocakaya, Zûhal Çelebî, Hediye Tekîn û Mutaber Akgul bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê" hatin binçavkirin. Her wiha hat zanîn ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan danîne ser binçavkiriyan.    ENQERE    Li Enqereyê jî Serdozgeriya Komarê derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê derxist. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Endama Meclîsa HDP'ê ya berê Erol Çîftçî, endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tûnahan Gozlugol, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen, Mesût Çîftçî, Ezgî Orak û Mahmût Altan ê 73 salî yê ku nexweş e hatin binçavkirin. Hat gotin ku bi hêceta "propaganda rêxistinê kirine" hatine binçavkirin.