Rojnameya Welat dest bi weşanê kir 2020-11-27 12:40:13   AMED - Rojnameya Welat ku di sala 2018’an de bi KHK’ê hatibû girtin, bi awayekî dîjîtal dest bi weşana xwe kir.    Rojnameya Welat ku di sala 2018’an de ji ber zextên li ser çapemeniyê çapxaneyan wê çap nekiribû û bi fotokopiyan gihîştibû ber destê xwînerên xwe di 8’ê tîrmeha 2018’an de bi KHK’ê hatibû girtin. Komeke rojnameger ji bo berdewama weşana Rojnameya Welat li hev civiyan û bi awayekî dîjîtal bi manşeta "Dem dema azadiyê ye" dest bi weşana Welat kirin.    Rojnameya Welat wê her roj tenê rûpela yekemîn amade bike û bi awayekî dîjîtal biweşîne. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê wê nivîskar ji rojnameyê re di mijarên cuda de nivîsan binivisînîn. Li ser malpera rojnameyê wê arşîva rojnameyên kurdî yên ji salên 1990’î heta niha hatine weşandin jî bên dayîn.    Di rojnameyê de nîvîseke edîtor jî hatiye weşandin û tê de qala pêvajoya destpêkirina rojnamegeriya kurdî û weşangeriya li dor navê Welat hatiye kirin.