Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim 2020-11-27 12:57:38   STENBOL – Serokê Şaredariya Navçeya Şîşliyê Muammer Keskîn têkildarî binçavkirina cîgirê xwe Cîhan Yavûz daxuyanî da û got: “Ez ji nêz ve pêvajoyê dişopînim.”    Li Stenbolê duh di serdegirtinên malan de Cîgirê Serokê Şaredariya Navçeya Şîşliyê Cîhan Yavûz jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin. Tê payîn îro parêzer bi miwekîlê xwe re li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hevdîtinê pêk bînin.     Di çarçoveya operasyonê de rêveber û endamên HDK, MATUHAY DER’ê jî hatibûn binçavkirin.    Serokê Şaredariya Şîşliyê Muammer Keskîn têkildarî binçavkirina cîgirê xwe Cîhan Yavûz daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Karîneya bêgunehiyê esas e. Ez ji nêz ve pêvajoya binçavkirinê dişopînim.”