Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne 2020-11-27 13:00:14   MÊRDÎN – 16 girtiyên ku ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê ya Meletiyê hatibûn kirin, ragihandin ku ji ber hatine derpkirin 10 roj in di greva birçîbûnê de ne.    16 girtiyên ku ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê ya Meletiyê ku nû hatiye çêkirin  hatibûn kirin, ragihandin ku ji ber dema sewqkirinê hatine derpkirin û memeleya xerab li wan hatiye kirin, 10 roj in di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan, ji malbatên xwe re destnîşan kir ku bi sûçdariyên siyasî bi awayekî lezgîn hatine sewqkirin û dema sewqkirinê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber ku li dij derketine hatine derpkirin û memeleya xerab li wan hatiye kirin. Her wiha girtiyan, da zanîn ku ji ber vîrûsa koronayê di qarantînayê de û li dijî memeleya xerab a li hemberî xwe 10 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.   Girtiyan bang li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û parastvanên maf kir ku heyeteke bişînin girtîgehê û lêkolînan bikin.