Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin 2020-11-27 13:07:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Li nêzî gundê Ebû Sira yê navçeya Eyn Îsayê mayinek teqiya. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.   Li nêzî gundê Ebû Sira yê girêdayî navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê, mayinek bi 4 zarokên ve ku ji xwe re dilîstin, teqiya. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên din jî birîndar bûn.   Zarokên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya navçeyê.