Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin 2020-11-27 16:08:58   MÊRDÎN – Serokê Lîjneya Venêranê, Cîgirê Sekreterê Giştî û Cîgirê Serokê Lîjneya Rêveberiya Şîrketa Kent a Şaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Zeynî Teker ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, hat girtin.    Serokê Lîjneya Venêranê, Cîgirê Sekreterê Giştî û Cîgirê Serokê Lîjneya Rêveberiya Şîrketa Kent a Şaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Zeynî Teker ku duh di çaroveya lêpirsîna nelirêtiyê ya li hemberî şaredariyê hatibû binçavkirin, hat girtin. Teker, piştî kirariyên xwe yên li miduriyeta polisan û dozgeriyê , sewqî dadgehê hat kirin. Di parastina xwe de Teker sûcdariyên li xwe qebûl nekir. Li gel vê parastina xwe jî Teker ji ber nelirêtiyên xwe ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.    MA / Ahmet Kanbal