Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire 2020-11-27 16:09:31   WAN - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, derbarê bêagahî ketina avahiya HDP'ê ya Wanê û binçavkirinan de axivî û got: "Desthilatdariya xwedî rêbazên çete û mafyayê, bi van rêbazan, bi dixwaze hişmendiya DAIŞ û çeteya ne teslîm bigire. Lê emê tu çarî paşve gav ne avêjin."   Rêxistaina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, derbarê bêagahî ketina avahiya partiyê û binçavkirina endamên xwe de li baxçeyê avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta, "Hûnê nekarin bi operasyonên siyasî HDP'ê teslîm bigirin" hat vekirin. Parlamentera bajêr Mûazzez Orhan, Hevşaredarê Bajarê Mezin Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî cihê wî hatin kirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserok û rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn.   'PIŞTÎ BI SAETAN AGAHIYA ME JÊ ÇÊBÛ'   Dest pê kê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Bajêr Okkeş Kava di daxuyaniyê de axivî. Kava, bal kişan ser polîtîkayên AKP-MHP û wiha got: "Ji roja ku AKP û MHP hatine avakirin ve, polîtîkaya wan a sereke pasîfkirina siyaseta HDP'ê ye. Di nava  vê pêvajoyê de, bi sedan nûçeyên derew derbarê partiya me de nivîsandin. Bi hezaran endam û rêveberên partiya me hatin girtin û binçavkirin. Li gel vê yekê polîtîkayên xwe yên krîmmînalîzekirina HDP'ê her saet û gavê bi rêve birin. Îro jî, polîsan di saetên serê sibê de, bi awayekê korsanî, dizekan û veşartî bi ser avahiya me de girtin. Piştî bi saetan agahiya me jê çêbû. Ji ber van gef û zextan emê tu carî netirsin. Emê bi her awayî xwedî partiya xwe derkevin."   ‘EM BAŞ DIZANIN'   Dûre parlamentera bajêr Muazzez Orhan axivî û wiha bertek nîşan da: "Polîsên bê agahî ketin avahiya partiyê nivîsa 'Selamunaleykum hem hatin' nivîsandine. Ev hişmendiya DAIŞ'ê ye. Desthilatdariya xwedî rêbazên çete û mafyayê, bi van rêbazan, bi dixwaze hişmendiya DAIŞ û çeteya ne teslîm bigire. Lê emê tu çarî paşve gav ne avêjin. Bi saetane em li Serdozgeriya Komarê digerin. Lê bersivê nadin telefonên me. Gelo kî bi ser avahiya me de girtiye? Ma hûn ji çi ditirsin. Ger we nekiriye, wê demê kî kiriye lêkolîn bikin. Lê em baş dizanîn kî ev yek kiriye. Wê hişmendiya DAIŞ'ê nekare me teslîm bigire. "