Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin 2020-11-27 19:32:26   STENBOL - Komeleyên Esnafen navçeyên Beyoglu, Kadikoy, Beşîktaş, Avcilar, yên Stenbolê û Kocaelî  daketin qadan û li dijî qeyrana aborî çalakî li dar xistin.    Komeleyên Esnafên navçeyên Beyoglu, Kadikoy, Beşîktaş, Avcilarê yên Stenbolê û Komeleyên Esnafên Kocaelî, li dijî qeyrana aborî ku her diçe kûr dibe, daketin qada û çalakiyek girseyî li dar xistin. Esnaf li Îskeleya Kadikoyê li hev kom bûn û daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu, rêveberên Komeleyên Kadikoyê (KADIDER), Komeleya Beyoglu (BEYDER), Komeleya Beşiktaşê (AKİD) û Komemeya Esnafên Kocaeliyê (KEYDER) tev li çalakiyê bûn. Esnafên ku girseyek mezin ava kirin li qadê pankarta "Esnaf li benda piştgiriyê ye. Em têk diçin" û dowîzên "Em li şûna parsekê bikin emê li ber xwe bidin" vekirin.    Li ser navê esnafan Serokê Platforma Bayiyên Tekelê yên Tirkiyeyê (TTBP) Bîrol Şeker, anî ziman ku qeyrana aborî bi pêşketina vîrûsa corona bêtir kûr bû û wiha got: "Em wate nadin ku fatura vê yekê li lokanta, cafe, kahwe û gargeriyên din bibire. Sedema belavbûna şewbê hikûmet bi xwe ye. Wekî ku em bin tev digerin. Wekî ku sedem em bin, deriyê me digirin, lê li aliyê din fabrîkayên mezin û Navendên Krîn û Firotinê vekirî ne. Dîsa maşîneyên rêwitiya komî xebatên xwe berdewam dikin. Ev cot standartî ye. Em vê cot standariya li ser sektorên me pêk tînin qebûl nakin. Em têk diçin. Em bi dengekî bilintir tinin ziman. Esnaf li benda alîkariyê ye."    Esnafan piştî daxuyanî dan miftiyên kargeriyên xwe avêtin erdê. Girsê piştre bi çepikan dawî li çalakiyê anîn.