KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin 2020-11-27 20:02:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û şandeya Şengalê li hev civiyan û ragihandin ku bêyî êzidiyan wê tu peymanên derbarê Şengalê de neyên pejirandin. Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xwerêberiya Şengalê jî got: "Dixwazin bi navê qanûnê fermaneke din li dijî êzidiyan pêk bînin.”   Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi pêşengiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li avahiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ya Silêmaniyê li gel şandeya Xwerêveberiya Şengalê civiya.   Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus, têkildarî naveroka hevdîtinê ji Rojnewsê re got: "Me qala lihevkirina vê dawiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir. Em ne li dijî tu peyamekê ne ku bikare îrade û daxwazên xelkê Şengalê li ber çavan bigire. Lê, diyar e ku ev peymana Bexda û Herêma Kurdistanê kiriye, bi tu awayî daxwaz û îradeya xelkê Şengalê li ber çavan negirtiye. Vê jî li gel xelkê Şengalê metirsiyek mezin çêkiriye. Hêvî û daxwaza me ew e ku ew peyman ji nû ve li gel xelkê Şengalê were kirin. Cih bide îrade û daxwazên wan. Daxwazê ji her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku îradeya xelkê Êzidî li ber çavan bigirin. Derfetên xwerêveberiyê ji bo wan biafirînin.”   Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus, diyar kir ku ji ber ku ew peyman ji aliyê xelkê êzidî ve nayê qebûlkirin û lihevkirina di vî warî de zehmet e.   NAYÊ QEBÛLKIRIN   Her wiha Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xwerêveberiya Şengalê Hiso Îbrahîm jî têkildarî lihevkirina Bexda û Hewlêrê anî ziman ku lihevkirineke ku nêrîn û daxwazên xelkê Şengalê tê de tune be, nayê qebûl kirin. Îbrahîm got: "Ji bo pêkanîna peymanê Herêm û Iraq biisrar in. Çend roj berê jî hêzek şandine Şengalê ku polîsên Federal in û hejmara wan nêzî 8 hezar çekdar in. Ji bo Şengala ku herêmek biçûk e, ew hêz neasayî ye.”   Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xwerêveberiya Şengalê Hiso Îbrahîm wiha domand: "Ev fermaneke din e, bi navê qanûnê li dijî Êzidiyan pêk tînin. Wekî Rêveberiya Xweseriya Şengalê me daxwaza tiştekî ku berevajiya destûrê be ji Iraqê nekiriye. Dixwazin li gorî destûra Iraqê Rêveberiya Xweseriya Şengalê nas bikin.”