Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2020-11-27 20:39:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro 177 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 29 hezar û 845 kesên din jî bi şewbê ketin. Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê heya niha 13 hezar û 191 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 177 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 29 hezar û 845 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 13 hezar û 191 ye û hejmara nexweşan jî 481 hezar û 198 e.