‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin' 2020-11-28 09:03:21 MÊRSÎN – Parêzer Abdûrrahman Îlgîn da zanîn ku girtiyên rojavayî li girtîgehan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û got: "Girtiyên rojavayî li Tirkiyeyê tên cezakirin û bi ser de jî dixwazin li Sûriyeyê jî wan ceza bikin."  Endamê Navenda Giştî ya Komeleya PIştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) Parêzer Abdûrrahman Îlgîn, anî ziman ku li girtîgehan rewşa girtiyên ji Rojavayê nebaş e. Îlgîn, da zanîn ku ji girtîgehên Herêma Çûkûrovayê 25 girtiyên rojavayî serî li wan dane. Îlgîn, bilêv kir ku lê belê nikarin xwe bigihînin yên din û ev kes ji roja hatine binçavkirin û heya girtinê bi bêhiqûqîtiyan re rû bi rû mane. Îlgîn, diyar kir ku piranî cendirme kesên ji Rojavayê binçav dikin û got: "Gava ev kes tên binçavkirin, qanûn esas nayên girtin. Qanûnên di Qanûna Dadgehên Cezayî (CMK) de esas nayên girtin. Mesela, di dema lêpirsînê de divê wergêrên sondxwarî hebin, lê belê ev yek bi piranî ji hêla eskerên ku îdia dikin bi kurdî dizanin tê kirin. Li gor wergera esker zabitname tên amadekirin. Ev îfade li dadgehan jî esas tên girtin. Ev yek li dijî hiqûqê ye. Lê belê pênc sal in tenê ne ji bo girtiyên rojavayî ji bo tevahiya girtiyên siyasî ev yek tê kirin. Ji dêvla qanûnan, hiqûqa dijminatiyê pêk tînin."    Îlgîn, bibîr xist ku piraniya girtiyên rojavayî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û îdiaya "propagandaya rêxistinê" tên tawanbarkirin û rojavayiyên tên binçavkirin gava di telefonên wan de wêneyên YPG'iyan hebin an jî xwişk û birayek wan an jî xizmek wan di nav YPG'ê de be, tên girtin.    HUCREYÊN YEKKESΠ   Îlgîn, destnîşan kir ku rajavayiyên tên girtin jî dixin hucreyên yekkesî, da ku pêwendiyê bi girtiyên siyasî re daneynin û got: "Gava dixwazin li cem kesên bi heman sûcî hatine girtin bimînin, ji wan re tê gotin li girtîgehê tenê ew girtiyên siyasî ne û lewma divê di hucreyên yekkesî de bimînin. Ji ber ku pêwendiya bi girtiyên din re tê astengkirin, ew jî nikarin xwe bigihînin kesî. Ji ber vê yekê hin girtî hene ancax piştî du an jî sê salan pêwendiyê bi me re datînin. Li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo tu girtiyî wergêran peyda nakin. Girtiyên biyanî, ji ber ku bi tirkî nizanin, nikarin daxwazên xwe jî bînin ziman. Ji ber vê yekê pirî carên daxwazên wan ên ji bo pêdiviyan pêk nayên an jî piştî çend mehan didin wan. Ji ber ku malbatên wan ne li van dera ne, bi mehan heman kinc li wan e. Heta nikarin bi pereyan jî tiştên ji wan re lazim in bikirin."    ‘DIXWAZIN ÇETEYAN TESLÎM BIKIN'   Îlgîn, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Faşîzma ku ji sala 2015'an de gur bûye, li girtîgehan jî heye. Gava cezayê girtiyên rojavayî hindik dimîne, xeberê didin îdareyên koçberiyê. Îdareya koçberiyê jî di cîde biryara dersînorkirinê dide. Li Herêma Çûkûrovayê jî piranî wan dişînin Dîlokê. Heger ev kes dozê nekin wan dişînin Sûriyeyê. Mesela girtiyekî efrînî heye, cardin wî şandin Efrînê. Wî ardestî OSO û çeteyên din kirin.Hem li Tirkiyeyê tên cezakirin hem jî dixwazin li Sûriyeyê jî bên cezakirin."    Îlgîn, destnîşan kir ku heger girtiyên rojavayî serî li wan bidin şandina wan a Sûriyeyê radiwestînin û got: "Gava di vî warî de serlêdan tên kirin, em jî serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê didin û îtiraz dikin. Paşê em diçin Dadgeha Îdareyê û doza betalkirinê dikin. Heya doz bi dawî nebe nikarin wan kesan bişînin Sûriyeyê. Daxwaza îlticayê bi hinceta 'ewlehiya cemaweriyê' tê redkirin. Gava wisa be, em jî ji bo welatekî din li rêya îlticayê digerin."    MA / Omer Akin