Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan 2020-11-28 10:28:52 DÎLOK - Di danişîna yekemîn a doza darizandina 61 siyasetmedarên 25’ê jê girtî, yên HDP û DBP’ê de, 13 siyasetmedar hatin berdan.    Yekemîn danişîna doza derbarê 61 rêveber û hevserokên berê yên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nav de, di roja 5’emîn de, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat dîtin. Ji 61 siyasetmedaran 25 jê girtî bûn.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Mahmût Togrûl û Mehmet Ruştu Tîryakî, Dayikên Aştiyê û malbatên kesên tên darizandin beşdarî danişînê bûn.    Ji ber pandemiyê hejmarek kêm ji bo salona danişînê hatin girtin. Danişîn li salona 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat dîtin. Siyasetmedarên girtî û yên ne girtî û parêzerên wan di danişînê de amede bûn. Zeynep Kaygûsûz, Cengîn Tûç, Azîme Bali û Hasret Ergîn ji girtîgehên lê girtîbûn, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir.    Di danişîna 5 rojan dewam klir de pirsên weke “Qada xebatên MEYA-DER’ê çiye? Hûn ji kî re dibêjin Dayikên Aştiyê? Hûn ji kî re dibêjin laçik spî? Malbatên bi nirx tê çi wateyê û hûn ji bo kî wisan dibêjin? Gelo hûn tevlî cenaze û taziya Ayten Beçet bûn? Gelo hûn tevlî daxuyaniyên, derbarê grevên birçîbûnê de bûn? Hûn tevlî konferansa jinê bûn?” ji siyasetmedaran hatin pirsîn.    Siyasetmedaran di parastinên kirin de îdîa û sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekirin û beraeta xwe xwestin.    Şandeya dadgehê piştî parastinên siyasetmedaran, mafê axaftinê da dozger ku mutalaya xwe aşkere bike. Dozger xwest ku girtina siyasetmedaran dewam bike.    Piştî navberek kurd, şandeya dadgehê, derbarê Abdullah Înce, Cûma Alî Taşçi, Îsmaîl Berkpinar, Mehmet Ozkan, Muslum Kiliç, Selman Tûtûmlû, Tahir Altug, Guler Erat, Bircan Demir, Azime Bali, Cengiz Tuç û Duri Kaygusuz biryara girtina wan dewam bike da.    Dadgehê dûre têkildarî Ahmet İlbaş, Diyar Bayram, Kasim Şan, Mustafa Tunç, Muslum Şahinsoy, Nafi Demir, Omer Farûk Koç, Ramazan Kuas, Serhat Yildirim, Şefik Sondu, Şukru Ozalan, Fatma Lebe û Hasret Ergin biryara her heftê biçin îmze bidin û serberst berdanê da. Dadgehê herî dawî danişîn taloqî 28’ê Kanûnê kir.    'EMÊ BERXWEDANA XWE DEWAM BIKIN’   Parlameterê HDP’ê Mahmût Togrûl piştî danişînê li ber Edliyê daxuyaniyek kurt da û got: “Endamên me yên partiyê bi awayekê ne heq di dadgehan de tên darizandin. Em van dadgehan qebûl nakin. Em pir baş dizanîn ku desthilatdariya AKP û MHP’ê daraz kiriye bin zexta xwe. Bi tu awayî daraz ne serbixwe û bê aliye. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe dewam bikin.”