‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’ 2020-11-28 11:23:18 AMED – Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de Tahîr Elçî bibîr anî û gotin: “Ew parêzvanê mexdûran bû. Heta edalet were em ê têbikoşin.”    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 616’an çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ser înternetê li dar xist. Her hefteyê çîroka windayek tê bibîrxistin. Vê hefteyê jî çîroka Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bû.    Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn li ser navêr Xizmên Windayan Tahîr Elçî bibîr anî û çîroka wî belav kir. Zeytûn destnîşan kir ku Tahîr Elçî endamê komeleya wan bû û di salên 1990’î de parêzerê mexdûrên înfazên bêdaraz, kiryar nediyar û şewitandina gundan bû. Zeytûn destnîşan kir ku ew ê têkoşîna nîvco mayî ya Elçî bidomînin û ji bo edaletê dê têbikoşin.