TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor 2020-11-28 12:05:16 STENBOL – Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), der barê Akademîsyenên Aytiyê yên ku ji ber îmze avêt bin danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî" û hikûmetê ew kirin hedef, rapora binpêkirina mafan amade kir.    Piştî hikûmetê pêvajoya  çareseriyê bi dawî kir û Tirkiye ket nava şerekî nû, Akademîsyenên Aştiyê di 11'ê Çileya 2016'an de danezana “Em nabin şirîkê vî sûcê" îmze kiribûn. Akademîsyenên ku danezan îmze kirin, piştî îlana OHAL'ê bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji peyvirê hatin dûrxistin. Piştî îxrac bûn der barê wan de doz hat vekirin. Gelek jê neçar man ku koçî dervê welat bikin. Akademîsyenên Aştiyê ku ji ber aştî xwestin û li dijî şer derketin, gelek mafên wan hat binpêkirin. Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) binpêkirina mafan kir rapor.    TÎHV'ê rapor bi 9 akademîzyenên ku îmze avêtin danezanê û li Almanya û Fransa dijîn re amade kirin. Rapor ji 10 rûpelan pêk tê. TÎHV'ê rapor di bin 6 sernavan de kom kir.    Cewherê raporê wiha ye:    “1- Li Seforetxaneyan kar û barê wan tê astengkirin: Sefaretxane, xizmetdayîna welatiyên Tirkiyeyê yên ku bi rêya KHK'ê hatin îxrackirin red dike. Rê li pêş binpêkirina mafan vedike. Rê li pêş hemû mafê wan ê zagonî digire.    2- Îhlalên ji ber pêkanîna dewleta duyemîn derdikevin holê: Akademîzyenên hatin îxrackirin, ji ber kar û barê wan li Sefaretxaneyan nayên kirin û nikarin belgeyên pêwist bistînin; li wî welatê lê dijîn nikarin ji zagon û mafên mirovan ê wî welatî sûdê bigirin. Yekî ku pasaporta wî tune bû û serlêda ji bo mafê rûniştinê kir, li şûna mafê rûniştinê bide wî mişextdî welatekî din dike. Kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin nikarin li tu welatan bi cih û war bibin.   3 - Kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin li Sefaretxaneyan bi muameleyên xerab re rû bi rû dimînin: Akademîsyenên aştiyê bi hinceta bi KHK'ê hatine îxrackirin li Sefaretxaneyan bi gotin û muameleyên xerab re rû bi rû dimînin.    4- Akademîsyenan dikin hedef û wan wekî sucdar nişan didin û deq dikin: Personelên Cemaweriyê yên piştî darbeya 2016'an bi KHK'ê hatin îxrackirin, wan wekî terorist û kesên têkiliya wan bi terorê re heye nîşan didin.    5 - Îhlalên Lîsansa Bilinda Perwerdehiya li dervê welat: Belge û karê der barê perwerdehiya doktora ya ku ji Saziyên Hîndekariya Bilin a Dervê Welat distînin, ji aliyê Serokatiya Lijneya Zanîngehê (UAK) ve tê dayîn. Lê her çend dadgeh biryar nedabe jî UAK’ sînorê erka xwe derbas dike û sûc dike. UAK li şûna nirxandina akademîk bike, nirxandina siyasî dike.    6 - Nokteya ku koçberî û neo-liberalê li hev suyar dibe: Akademîsyenên ku di qeyranên pir alî rêyên ne bi rêk û pêk û di bin gefên pasaportê de neçar dimînin ku serî li mafê derdikevin dervê bidin, mafê wan ê îltîcayê tê astengkirin.    TÎHV'ê di dawiya raporê de bang li rayedaran kir û wiha got: “Îhlalên li dijî mafê Akademîsyenên aştiyê nêzî 5 salin didome. Di tîrmeha 2019'an de AYM'ê biryar da ku kesên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" di çarçoveya mafê azadiya ramanê de mafê xwe girtine dest. Akademisyenên li Tirkiyeyê dijîn, divê ev îhlalên li dijî wan bi dawî bibe. Divê li Tirkiyeyê rê li pêş hemû mafê azadiya ramanê bê vekirin. Wekî TÎHV'ê divê mafê akademîsyenên hem li Tirkiyeyê dijîn û hem li dervê welat dijîn, divê binpêkirina mafan bi dawî bibe. "