MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin 2020-11-28 12:49:47 AMED - MED TUHAD-FED’ê, derbarê binçavkirinên endam û rêveberên xwe de, diyar kir ku desthilatdarî bi polîtîkayên çetewarî yên qûtifandina wê nikarin encam bigire û raya giştî ya demokratîk û muhalefeta sivîl, li dijî bê hiqûqiyan vexwand têkoşînê.     Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), derbarê operasyonên binçavkirinê yên li Amed û Stenbolê yên li dijî endam û rêveberiyên xwe, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr, TUAY-DER’a Amed û MED TUHAD-FED’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê MED TUHAD-FED’ê Mehdîn Tekîn ve hat xwendin.   ‘HER ROJ BI DEHAN KES TÊN BINÇAVKIRIN’   Tekîn, bibîrxist ku operasyonên qirkirina siyasî bê navber didomin û wiha axivî: “Her roj bi dehan kes tên binçavkirin. Navnîşanên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî bê xeber serde digirin. Di vê çarçoveyê de êrîşên li ser saziya me û komeleyên girêdayî me jî bê navber berdewam dikin. Ji damezrandina me heta niha zêxtên li ser şaxên me, binçavkirin û girtinên li ser endamên me bi awayekî rûtîn dimeşînin. Di nîvê şevê de li ser avahiyên komeleyên me de digirin û dest danin ser ewraqên me. Malbatên girtiyên ku agahiyên wan ên serlêdanê li cem me qeyd kirine, gef li wan tê xwarin, dest danin ser dosyayên me yên serîlêdanên îhlalên mafan."   ‘RAPORÊN ÎHLALÊN GIRTÎGEHAN DESTHILATDARIYÊ ACIZ DIKIN’   Tekîn, diyar kir ku xebatên wan bi awayekî fîîlî tên astengkirin û wiha got: “Herî dawî komeleya me ya Stenbolê nîvê şevê bê xeber serde girtin, alavên di avahiyê belav kirin û 5 hevalên me bi awayekî bêhiqûqî binçav kirin. Bi îdîayên sefsete van êrîşan dimeşînin. Ev bêhiqûqî bi destê darazê tê kirin. Gotinên desthilatdariyê yên reformê ji manupulasyonê wêdetir nînin. Divê Tirkiye ji reformê wêdetir pêwîstiya peymanên neteweyî û navneteweyî bi cih bîne. Raporên îhlalên girtîgehan û girtiyên nexweş ên ku bi awayekî rêkûpêk em ji çapemeniyê re parve dikin desthilatdariyê aciz dikin. Dixwazin pêkanînên polîtîkayên tecrîdê li hemû girtîgehan belav bikin.”   ‘DIVÊ HEMÛ HEVALÊN ME SERBEST BERDIN’   Tekîn, destnîşan kir ku li dijî zext, binçavkirin û bêhiqûqiyê li ser saziya wan tê meşandin, ewê têkoşîna xwe dewam bikin û wiha bi dawî kir: "Em careke din dibêjin ku hûn nikarin gelê kurd û saziyên me bi polîtîkayên çetewariyê yên qûtifandina civakî encam bigirin. Divê hûn hemû hevalên me demildest serbest berdin û dest ji van zextên xwe berdin. Em raya giştî ya demokratîk û muhalefeta sivîl li dijî bêhiqûqiyên desthilatdariya Sûsûrlûkê ya sînoran nas nake vedixwînin têkoşînê.”