îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2020-11-28 22:44:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro 182 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 103 kesên din jî bi şewbê ketin. Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê heya niha 13 hezar û 373 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 182 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 103 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 13 hezar û 973 ye û hejmara nexweşan jî 487 hezar û 903 ye.