Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê 2020-11-29 10:18:24 QAMIŞLO - Tirkiye li Sûryiyeyê ku şer dîsa zêde dibe, dixwaze ji nûve bi DYA û Rusya re li ser masê rûnê. Têkildarî geşedanên dawî Rojnameger Nihat Kaya, diyar kir ku Tirkiye ji bo ji cihê xistine kontrola xwe derkevin, dixwazin  berê xwe bidin Kurdan û dawîzan bi dest bixin. Kaya, da zanîn ku di şexsê Sûriyeyê de şerê cîhanê cîhanê pêş dikeve.    Şerê Sûriyeyê yê navxweyî li Îdlibê bi operasyonên hêza rejimê û li Eynî Îsa jî bi êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê berdewam dike. Li aliyekî li van 2 bajarên Sûriyeyê şer didome, li aliyê din jî hêzên navnedeweyî ji li ser heremên Sûriyeyê peymanan îmze dikin û şûr li hev dikişînin. Li Libya, Derya Spi û Karabagê ku Tirkiye dixwaze bibe şirîkê maseyan û parekê ji axê wan bistîne rageşî û dîplomasiyên nava hêzên navneteweyî didomin.  Dîsa li tevahiya Sûriye plan û bazarên hêzên navdewletî didomin. Tirkiye jî dixwaze bibe şirîkê van planan û li ser masê cihê xwe bigire. Tirkiye di serî de êrîşî Sûriye dike û piştre dixwaze li Rojhilata Navîn serdestiyê pêş bixe. Têkildarî hewldana Tirkiye ya li dijî Sûriye û peymanên DYA û Rûsya Rojnameger Nihat Kaya nirxandin kir.    Kaya, anî ziman ku Tirkiye naxwaze di mijara hevsengîya nû de tawîzan bide û ji bo vê yekê jî Kurdan dike hedefa xwe û wiha got: "Hewldanên Tirkiye ne tenê bi Sûriyeyê bi sînor e. Dîsa geşedanên li Sûriye pêş dikevin tenê bi hêzên nava Sûriye ne bi sinor in. Destê hêzên navdewletî jî di nava şerê Sûriyeyê de heye. Niha li Karabagê agirbestek hatiye îlankirin. Lê nayê zanîn ku ev agirbest heta kengî bidome. Li gel ku hevdîtinên li Libya didomin jî hêj encam negirtiye. Ne tenê li Libya, li Derya Spî, Suriye, Mali, Etiyopya û Yemenê şer heye. Ew şer ji şerê gel û civaken li ser wê axê zêdetir şerê dewletên derve ne. Mînaka herî berbiçav mînaka şerê Sûriyeyê ye. Operasyonên li Idlibê li dijî komên çekdar ên derve ne. Komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan in. Dîsa li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li Eyn îsa êrîş didomin. Ev ne şerê Sûriyeyê ye. Minov wekî şerê Suriye pênase bike şaş e.  Di şexsê şere Sûriyeye de şerê cîhanê pêş dikeve."     TIRKIYE LI SER NAVÊ NATO LI DIJÎ RÛSYA ŞER DIKE   Kaya, destnişan kir ku Tirkiye hem bazariye bi Rûsyayê re dike û hem jî li aliyê din li dijî Rûsyayê ye û wiha axivî: "Dîsa di navbera hêzên DYA û NATO de jî nakokî hene. Ev rewş wekî li hemû herêmê, di nava Sûriyeyê de jî heye. Mînak şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li Karabagê pêş ket, Tirkiye bi destûra NATO ket nava vî şerî. Tirkiye bêyî destûra NATO nikare gavak wisa bavêje. Dîsa Tirkiye li ser navê NATO li Libyayê cihê xwe digire. Niha Tirkiye li Idlibê li dijî Rusya bi piştgiriya NATO li ser piyan e. Li Serêkaniyê û Girê Spî her çend wekî ku sedem Trump bê nîşandan jî destûr da ku Tirkiye li ser navê NATO têkeve van herdu bajaran. Li hemberî Rusya îro li ser navê NATO Tirkiye cihê xwe digire."     DÊ MASA BAZARIYÊ JI NÛVE BÊ AVAKIRIN   Kaya, bal kişand ser helwesta Tirkiye ya li Sûriye û wiha berdewam kir: "Tirkiye zû bi zû ji Sûriye dernakeve. Ez bawer dikim ku piştî rêveberiya DYA hat guhertin, dê li herêmê bazarên nû bên kirin. Tirkiye dê li ser hevsengiya Îdlib-Karabag û Îdlib-Eyn Îsa li Suriye, Karabag, Libya û Akdenizê hewl bide ku bi Rûsya û DYA Re li ser masa bazarê rûnê. Tirkiye dibe ku di gelek mijaran de gavan paşve bavêje, lê di mijara Kurdan de tawîzan nade û gavan paşve navêje. Dibe ku Tirkiye di vê mijara Kurdan de ji DYA û Rûsya tawîzan bixwaze. Di pêvajoya bazarên giştî de Tirkiye dê hewl bide ku di mijara Kurdan de tawîzan ji Rûsya û DYA bistîne. Bi şertên ku li bajarên Kurdan serweriyê bike hêza xwe ji Îdlipê vekişîne. Dibe ku Tirkiye di Libyayê de gavan paşve bavêje. Li aliyê din jî DYA û hêzên Ewropa li şûna li Akdenizê tawîzan bidin, dê di mijara Kurdan de tawîzan bidin. Ji ber ku heviyên DYA û welatên ewropa zêde ji Kurdan tune ye."    DI DESTÊ TIRKIYE DE SÎHA HENE   Kaya, bal kişand ser çekên destê Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha di destê Tirkiyeyê de di milê eskerî de Balafirên bi Çek ên Bê Mirov (SÎHA) hene. Herî zêde Tirkiye SÎHA bikar anîn. Tirkiye hem li Libya hem li Karabagê û hem jî ev yek li Sûriye pêk anî. Me mînaka vê yekê li Efrînê dît. Eger SİHA tune bûna, Tirkiye nikarîbû li vê herêmê encam bigire. Li cîhanê di destê tu dewletan de bi qasî Tirkiye hêzên çekdar ên bi pere tune ye. Tirkiye vê hêza eskerî wekî mobîlîze hin caran wan dişîne Libya, hin caran dişîne Karabagê û niha jî şandine Başûrê Kurdistanê û dixwaze wan li dijî PKK'ê bide şerkirin. "    Kaya, bal kişand ser penaberên li Tirkiyeyê jî û got: "Tirkiye di aliyê diplomatik de, penaberên li welatê xwe wekî hêz mertal digire dest. Tirkiye bi penaberan gefan li Yekîtiya Ewropa (YE) dixwe û niha YE kiriye dîlê xwe.    HÊZA DYA LI HERÊMÊ NAYÊ ÎNKARKIRIN   Rojnameger Nîhat Kaya, herî dawî bal kişand ser encama hilbijartina DYA û serokê nû Joe Biden û wiha bi dawî kir: "Bandora DYA ya li herêmê nayê inkarkirin. Tirkiye çav berdaye herêmên nû. Dîsa Rusya li Sûriye bêtir hêza xwe zêde dike. Sedema vê yekê ji ber stratejiyek cîddî ya Trump tune bû. Tirkiye ji vê rewşa DYA finsend bi dest xist. Rûsya ji vê rewşê firsend dît. Piştî Biden bû serokê DYA, dê stratejiyek çawa pêş bixe mirov nikare tam tiştekî bêje. Lê DYA siyaseta wê ya dewletê heye. Ne Trump û ne jî Biden nikarin derkevin dervê vê siyasetê.    MA / Nazim Daştan