Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin 2020-11-29 13:50:30 STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, bi serkeftinek nû dest bi qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dike. Hevserokê Komeleyê Eyup Sûbaşi, diyar kir ku ew bi van qûrsan dixwazin pêşî li pişavtinê bigirin. Komeleya Lêkolînên Kurdî, weke destpêkek nû dest bi qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên dike dike. Komele, di 7'ê Kanûnê de, wê li ser pergala ZOOM'ê dersên onlîne bide dest pê kirin û ev qûrs wê 3 mehan dewam bike.   ELEQEYEK MEZIN HEYE   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, diyar kir ku cara yekemîn ew qûrsên Hewramî û Kelhurî ve dikin û wiha axivî: "Heya niha hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê qûrsên zaravanên wiha nehatine dayîn. Ev xebata me destpêkek nû ye. Emê ji bo zaravên Soranî û Kelhurî polên cuda û ji bo Hewramî jî du polan vekin. Çawan ku em dest bi qeydên qûrsan kirin, eleqeyek mezin hat nîşandan. Heya niha 300 kesî serlêdan kirin. Hîna jî qeydên me dewam dikin. Ger serlêdan zêdetir bibin, em ê polên nû vekin. Em bi 4 mamosteyan dest bi qûrsên xwe bikin."   LI DIJÎ PIŞAVTINÊ    Sûbaşi, da zanîn ku ew bi van qûrsên xwe, dixwazin pêşî li pişavtinê bigirin û wiha got: "Em dixwazin bi qûrsên xwe pêşiya talokeyekê bigirin. Bi hewldanek taybet, tê xwestin ku kurd ji hev dûr bikevin. Em bi awayekê baş hev nas nakin. Ji bo ku em hevdu baş nas bikin, me dest bi vê qûrsê kir."   Roj û saetên qûrsên di 7'ê Kanûnê de dest pê bikin, wiha ne:    Soranî: Duşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00'yan de,   Kelhurî: Pêncşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00'yan de,   Hewramî: Rojên Sêşem û Înê, di navbsera saetên 20.00 û 22.00'yan de.   Kesên dixwazin xwe qeydî qûrsan bikin dikarin ji ve linkê. serledan bikin.