Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê 2020-11-30 10:04:37   ŞIRNEX – Beriya operasyona ku wê li Çiyayê Cûdî bê lidarxistin, heta 3’ê kanûnê li 6 herêman ketin û derketin hat qedexekirin.    Walîtiya Şirnexê, ragihand ku ji ber operasyonên ku wê li Çiyayê Cûdî bên lidarxistin, li bajar 6 qad heta 3’ê kanûnê ji têketin û derketinê re hatin qedexekirin. Hemû xebatên sivîl û medenê jî li herêmê heta vê dîrokê hatin rawestandin.