DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn 2020-11-30 12:22:41   STENBOL - Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî (DÎB), diyar kir ku piştî şewba vîrûsa Covît-19 belav bû, qeyrana aborî kûr bû û Îqtîdara AKP'ê fatûra vê yekê li kesên xizan, karker û kedkaran dibire. DÎB'ê da zanîn ku derewên Wezareta Tenduristiyê te aşkere bûne û êdî kes baweriya xwe bi wan nîne.   Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî (DÎB), têkildarî polîtîkayên Îqtîdara AKP'ê ya li dijî vîrûsa Covît-19'an daxuyanî da. DÎB'ê anî ziman ku piştî şewba Covît-19 belav bû, bi xwe re qeyrana aorî jî zêde kir û AKP fatûra vê yekê ji pişta kedkar, karker û xizanan derdixe. DÎB'ê da zanîn ku têkoşîna kesên demokratik derewên Wezareta Tenduristiyê derxistiye tavê. DÎB'ê da zanîn ku di serî de li Stenbol û li tevahiya Tirkiyeyê şewba vîrûsê pir zêde zêde bûye û wiha got: “Kesên Kapitalist bi armanca bêtir kar bikin û li ser piyan bimînin, karker û kedkarên di şertên giran de dijîn, dimirin. Hekîm û xizmetkarên tenduristiyê yên li ruxmê hemû şertên giran, neyînî û kêm dîsa bi dil û can kar dikin her roj dimirin. Li aliyê din îqtîdara yek zilamî jî her tim tabloyek pembe nîşan dide. Medya hevkar û hemû rayedarên wezaretê jî heman gotinan dikin û raya giştî dixapînin. Dixwazin vê perala riziya ye li ser piyan bihêlin.    DÎB'ê xwest hemû kesên demokrat li dijî aqil û feraseta burokratik, bi feraseta kolektif û hevpar têbikoşin û têkoşînê xurt bikin.