Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin 2020-11-30 12:13:59 ENQERE - Nûçegîhanê Ajansa me Hakan Yalçin ku li gel 7 kesan hatibû binçavkirin, sewqî dozgeriyê ya Enqereyê kirin.    Nûçegîhanê Ajansa me ya  Mezopotamya (MA) yê Enqereyê Hakan Yalçin û 7 kesên din di 27'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Hakan Yalçin û 7 kesên din piştî îfadeya wan a li Midûriyeta polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê ya li Sıhhiyeyê kirin.    Kesên anîn edliyê û sewqî dozgeriyê kirin wiha ne: "Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Hakan Yalçin, Endamê Meclîsa HDP'ê yê berê Erol Çiftçi, Xwendekarê ODTU Tunahan Gozlugol, Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Nevroz Gulen, Mesut Çiftçi, Ezgi Orak û Mahmut Altan ê 73 salî û bi nexweşiya kronîk.