'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin' 2020-11-30 14:15:07   MÊRSÎN - Şaxên OHD û ÇHD'ê yên Mêrsînê, bi boneya salvegera qetilkirina Tahir Elçî daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo ku cînayeta  Elçî bêceza nemîne ew ê têbikoşin.   Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Mêrsînê, bi boneya salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber Edliya Mêrsînê hat lidarxistin. Endamên OHD, ÇHD, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Hakki Demîr û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em te ji bîr nakin" hat vekikrin. Dowîzên "Ji dewleta polîs re na" û "Tahir Elçîk bê mirine" hatin hilgirtin.   Hevserokê Şaxa OHD'a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, di daxuyaniyê de axivî û got: "Em ê weke xwendekarên Tahir Elçîn, hempîşeyên wî û hevalên wî yên têkoşînê xwedî li bîranîna wî derkevin.  Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne em ê têbikoşin.    Piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Tahir Elçî bêmirine" hat berzkirin.