Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e 2020-12-01 09:02:06 STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, diyar kir ku YE, li dijî polîtîkaya Tirkiyeyê ya di çarçoveya "Welatê Şîn" de li Rojhilatê Behra Spî pêk tîne, derdikeve û lêgerîna li keştiya tirk a di çarçoveya Operasyona Îrînîyê de, nîşaneya pozîsyona YE'yê ye.  Operasyona Îrîniyê operasyoneke askerî ya Yekîtiya Ewropayê ye. Bi armanca pêkanîna sînordarkirina çekan a ji bo Lîbyayê, di 31'ê Adara 2020'an de dest pê kiribû. Di vê çarçoveyê de di 25'ê Mijdarê de keştiya tirk Roselîna-A gava diçû Lîmana Mîstratayê ya Lîbyayê hatibû sekinandin. Keştiya şer a alman keştiya tirk dabû sekinandin û bi hinceta "çek tê de hene" ew seh kiribû.    Her wiha dê Yekîtiya Ewropayê (YE) di 10'ê Kanûnê de li hev kom bibe. Di vê civînê de dê mueyîdeyên derbarê Tirkiyeyê de jî bên nîqaşkirin.    Ji Zanîngeha Hambûrgê Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, Operasyona Îrîniyê, sehîkirina keştiya tirk û komcivîna YE'yê ji bo ajansa me nirxandin.    ARMANCA OPERASYONÊ    Yilmaz, destnîşan kir ku Operasyona Îrîniyê, hêzeke behrî ya askerî ya YE'yê ye û armanca operasyonê ew e ku bê ka biryara Neteweyên yekbûyî (NY) a derbarê ambargoya çekan de ya ji bo Lîbyayê, eas tê girtin yan na. Yilmaz got: "Çendî ku NY, bang kir jî, cardin ambargoya çekan tê binpêkirin û ev jî bûye sedema ku şerê li Lîbyayê gurtir bibe. Heta NY'yê rasterast nav gotin û Mîrnîşîniyên Yekbûyî yên Erebî, Rûsya, Urdun, Tirkiye û Qetarê bi binpêkirina ambargoyê tawanbar kir. LÊ belê cardin jî tu encam nehatin girtin. Axirê Operasyona Îrîniyê ket dewrê."    TIRKIYE AMBARGOYÊ BINPÊ DIKE    Yilmaz, diyar kir ku Tirkiye ambargoya çekan a derbarê Lîbyayê de binpê kiriye û got: "Lê belê ji xeynî bangawaziyan heya Operasyona Îrîniyê ttu mekanîzmayeke astengkirinê ya fizîkî nehatibû avakirin. Piştî li Lîbyayê alîgiran ragihand ku li hev hatine, Operasyona Îrîniyê çalak bû. Yanî divê mirov zanibe ku Operasyona Îrîniyê bi mîsyona ji bo ev lihevkirinê bibibe cihê çareseriyê tevgeriyaye."    POZÎSYONA YE'YÊ    Yilmaz, destnîşan kir ku hêleke din a meseleyê jî Rojhilatê Behra Spî ye û got: "YE, rasterast li dijî doktrîna 'Welatê Şîn' a Tirkiyeyê dertê. Diparêze ku ev polîtîkayên Tirkiyeyê li Rojhilatê Behra Spî dibe seba pirsgirêkên ewlehiyê. Çendî ku bûyera keştiyê di çarçoveya venêrana ambargoya çekna de hatibe kirin jî, meriv dikare bibêje ku nîşaneya pozîsyona YE'yê ye ku li dijî liv û tevgera Tirkiyeyê ya askerî ya li Rojhilatê Behra Spî ye."    RÊYEKE VEGERA WÊ ZEHMET    Her wiha Yilmaz bal kişand ser komcivîna YE'yê ku dê di 10-11'ê Kanûnê de çêbibe. Yilmaz, bilêv kir ku dê di civînê de derbarê Tirkiyeyê de biryareke mueyîdeyan neyê girtin û got: "Komîserê Bilind ê Kar û Barên Derveyê yê YE'yê Josep Borrel ev îhtimal bilêv kir. Ev yek jî di warê pêwendiya YE-Tirkiyeyê îşaret dike ku bê ev têkilî di çi astê de ye."    Yilmaz, destnîşan kir ku heger atmosfera vê rageşiya heyî neyê berevajîkirin muhtemelen dibe ku Tirkiye ji muzakereyên ji bo endamtiya YE'yê bê derxistin û di çarçoveya hevkariya ewlehî û parastinê de cardin bê pênasekirin. Yilmaz got: "Ev, dê ji bo demeke dirêj ji mueyîdeyekê wêdetir dê bibe cihê prisgirêkên mezin, ji bo Tirkiyeyê. Gava mirov di çarçoveya pirsgirêkên ku YE bi wan r erû bi rû dimîne de li ser hû bibe, meriv dikare bibêje ku Tirkiye êdî ketiye rêyeke vegera wê zehmet. Li gor bîr û baweriya min meseleya sereke ya bibe sedema endîşeyan jî ev e."    Her wiha Yilmaz, destnîşan kir ku nîqaşên "reformek nû" yên li Tirkiyeyê tên kirin jî, girêdayî komcivîna YE'yê ye û sedemeke wê ya din jî hilbijartina DYA'yê ye.    Yilmaz, bilêv kir ku Tirkiye di nav krîzeke rêveberiyê de ye û heger YE mueyîdeyekê pêk bîne, dê Tirkiye di demeke nêz de bi krîzeke siyasî re rû bi rû bimîne û piştî vê krîzê dê rojên zor û zehmet dest pê bikin.    SEDEMA SEREKE ERDOGAN E    Yilmaz, bal kişand ser tawanbariya Erdoganî ku tim Ewropayê bi dijminatiya îslamê tawanbar dike û got: "Mesele ev e, hem gotinên Erdogan hem jî polîtîkayên îslamparêz ên Tirkiyeyê dibin sedem ku li Ewropayê îslamfobiyê bêtir belav bibe. Li ber çavê ewropayiyan Erdogan dîktatorekî îslamparêz e. Li ber çavê îslamfobîkan Erdogan eynî wekî DAIŞ diparêze, li dijî hemû nirxên Ewropayê ye. Yanî ev gotinên Erdogan, bi kêrî hewldanên têkoşîna li dijî îslamfobiyê nayên."    MA / Ferhat Çelîk