Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin 2020-12-01 09:03:00 WAN - Li Wanê di 40 rojên dawî de 5 rojnamevan hatin girtin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku bi van girtinan tê xwestin ku çapemeniya muxalif bê "terbiyekirin".  Li Wanê di 40 rojên dawî de 5 rojnamevan hatin girtin. Nûçegihên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî ji ber nûçeyên xwe yên derbarê bûyera helîkopterê de ku welatiyê bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût jê hatibûn avêtin, hatibûn girtin. Herî dawî jî di 24'ê Mijdarê de nûçegihanê ajansa me Dîndr Karataş hatibû binçavkirin û dû re hatibû girtin.    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr girtina rojnamevanan nirxandin.    PÎA: DIJÎ HIQÛQÊ YE    Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez, anî ziman ku her îqtidar dixwaze çapemeniyê têxe nava hin qaliban û zext û zoriyê û girtinên bi vê ferasetê dijî mafên mirovan e. Gulmez got: "Girtina rojnamevanên wekî wan nafikirin, nêzîkatiyeke bêinsaf e. Di demên dawî de li Wanê rojnamevan tên girtin, ev yek nayê qebûlkirin." Gulmez, diyar kir u nûçegihanên MA'yê bipêkirinên mafan ên li Wanê radigîhin raya giştî, lê belê himberî wan rewşeke "cihêkar" heye û got: "Tim bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimînin. Ev yek jî tê wateya astengkirina rastiyan."    HDP: SEDEME BÛERA HELÎKOPTERÊ YE    Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava jî got: "Çapemenî hem çav hem jî guhê civakê ye. Gava tiştek biqewime, gel bi saya çapemeniyê pê dihese. Gava tiştekî bêhiqûqî biqewime, çapemenî vê yekê teşhîr dike. Lê belê bloka AKP-MHP'ê naxwaze civak van bêhiqûqîtiyên tên kirin bibîne."    Kava destnîşan kir ku çapemeniya azad şopdarê heqîqetê ye û got: "Tiştên vê dawiyê qewimîn tenê çapemeniya azad ew aşkere kirin. Lewma dixwazin dengê çapemeniya azad bitepisînin. Li Wanê 5 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. Tenê sedemek heye, ew jî bûyera helîkopterê ye ku du welatî jê hatibûn avêtin. Nûçeya ku rojnamevanan çêkiribû, tevahiya civakê û cîhanê ew dît. Lewma li dijî rojnamevanan nefretek û kînek wan çêbû."    PARTIYA GELECEKÊ: WAN BERDIN    Serokê Partiya Gelecekê ya Wanê Abdûlhekîm Kaabiyik jî anî ziman ku rojnamevan ji ber fikrên xwe hatine girtin û ew vê yekê qebûl nakin. Karabiyik, bilêv kir ku rojnamevan çi qasî bi rihetî binivîsinin dê welat jî ew qasî demokratîk bibe û got: "Rojnamevanên hatine girtin demildest divê bên berdan."    ÎHD: HEWLDANEKE JI BO TERBIYEKIRINÊ    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî anî ziman ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye "girtîgeheke vekirî" û welatê ku herî zêde rojnamevan lê tên girtin Tirkiye ye. Melet ku got "tê xwestin çapemeniya muxalif bê terbiyekirin" ûgot: "MA, ajanseke ku bûyerên li Tirkiyeyê dike nûçe. Lewma îqtidar bi polîtîkayeke taybet nêzî ajansê dibe. A rast binçavkirin û girtina xebatkarên ajansê polîtîyeke taybet e. Heger li welatekî ajansên nûçeyan nikaribin bi awayekî azad nûçeyên xwe binivîsin, mirov nikare li wî welatî behsa mafên mirovan, behsa demokrasî û azadiyê bike."    MA / Bariş Donmez - Ozlem Yayan