Li Şirnexê operasyona binçavkirinê 2020-12-01 09:23:18 ŞIRNEX – Li navend û navçeyên Şirnexê polisan bi ser malan de girt û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Hezex û Silopya, polisên tevgera taybet bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de polisan Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Nafiye Gecgel, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Elfesya Nas, Asûman Kulter,rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinc û Endamê KCD'ê Ekrem Şavlûk binçav kirin.    Di çarçoveya operasyonê de polisan li navçeya Hezexê bi ser mala siyasetmedar Resûl Sadak de jî girtin lê ji berk u Sadak ne li mal bû ew binçav nekirin.    Sedemê binçavkirinan nehat zanîn û tê payîn ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibin.