Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin 2020-12-01 09:34:40 ERZIROM – Parêzerê nûçegîhanê me Dîndar Karataş ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Erziromê de hatibû girtin Îrfan Sari girtina wî îttîraz kir.    Di 24’ê mijdarê de di çarçoveya lêpirsîneke  ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve hatibû destpêkirin de polisan li Wanê bi ser mala nûçegîhanê me Dîndar Karataş de girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştre polisan Karataş biribûn Erziromê û di 26’ê mijdarê de li vir bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Ji bo girtinê Karataş weke hincet jî nûçeyên ku çêkiribûn û axaftinên bi telefonan ên ku bi çavkaniyên nûçeyan re kiribû hat nîşandan.    Parêzerê Karataş Îrfan Sari girtina muwekîlê xwe îttîraz kir.