Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin 2020-12-01 12:35:40 ŞIRNEX - Li Şirnexê, di serdegirtina malan de 21 kes hatin binçavkirin. Dayika endama HDP'ê Meryem Aşkara ya hat binçavkirin Bedriye Aşkara, got: "Keça min derp kirin û destê wê şikandin."   Li navend û navçeyên Cizîr, Hezex, Silopî, Qilaban, û Elkê yên Şirnexê, polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê ya Komarê ya Şirnexê bi rêve bir de, di saetên serê sibê de, bi ser gelek malan de girtibûn. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 21'an   Polîsên bi ser malên Endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ekrem Şavlûk, Alî Guven, Abdullah Acar û keça wî Sozan Acar û delegeyê KCD'ê Aydin Denîz, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hezexê Nafiye Gecgel, Hevserokê HDP'ê yê Silopiya Kadîr Kunur, Hevseroka HDP'ê ya Silopiyê ya berê Aycan Azmaz, Rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinc, Rêvebirê HDP'ê yê bajaroka Sêgirkê yê berê Yakup Barkin, Rêvebirê HDP'ê Dursun Cakir, Endamên HDP'ê Meryem Aşkara û Resul Uysal, Serokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Şirnexê yê berê Cemîl Gûn, Hevseroka DBP'ê ya berê Ayşe Atay, Hevşaredarê BDP'ê yê berê Faîk Dursub, Hevşaredara bajarokê gundikêmelê ya berê Leyla Erdem, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Elfesya Nas, Yûnûs Uzgen û  Asûman Kulter binçav kirin.    'JI ME ÇI DIXWAZIN'   Polîsan di dema serdegirtina mala de Hevşaredara  Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû girtin de, derp kirin û deriyê mala wê şikandin.    Dayîka Kutlu, dema serdegirtina polîsan vegot. Kutlu, anî ziman ku ew di salên 90'an de, bi muameleyên wiha xirab re rûbirû diman û wiha got: "Serê sibê saet 5'an de ser mala me de girtin. Heta seat 8'an di malê de  lêgerîn kirin. Her kes Bêrîvanê nas dike. Berîvan keseke ku tê nasîn e. Ez hatime vî emrê xwe heta niha min muameleyeke bi vî awayî neditiye. Mala me serobin kirin. Nasnameya Bêrîvanê ya sîyasî heye. Lê dema ku Bêrîvan birin derp kirin. Em her tim rastî van êrîşan tên. Êdî bes e. Dewlet çi ji me dixwaze? Em jî welatiyên vê dewletê ne. Ji vê zilmê re êdî bes e."   'DESTÊ KEÇA MIN ŞIKANDIN'    Endama HDP'ê Meryem Aşkara jî, di dema binçavkirinê de hat derpkirin. Dayîka wê Bedriye Aşkara jî anî ziman ku di dema binçavkirinê de, heqaret li wan hat kirin û wiha axivî: "Berî bi ser mala me de bigirin derdora mala me dorbêç kirin. Hêj em ne rabibûn nimêja sibehê. Hemû deriyên me şikandin û ketin malê.  Keça min derp kirin û destê wê şikandin. Birayê wê nerazîbûn nîşanî polîsan dan. Ligel bertekê heqeret li me kirin û gef li me xwarin. Ev muamele, gelo li ku dera cîhanê heye? Em vê muameleyê qebûl nakin."      Hesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê tên girtin.