Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin 2020-12-01 13:27:30 STENBOL - Dest bi îfade girtina 18 kesên di serdegirtinên malan ên Stenbolê de hatibûn binçavkirin, hat kirin.    Li Stenbolê, polîsan di 26'ê Mijdarê de bi ser gelek malan de girtibûn û Alîkarê Serokê Şaredariya Şîşlî Cîhan Yavûz û rojnameger Kesîre Onel jî di nav de 18 kes binçav kiribûn. Dest bi îfade girtina 18 kesên li Miduriyeta Polîsan tên girtin, hat kirin. Hat diyar kirin ku piştî îfadeya 18 kesan hat girtin, wê sewqî Edliya Çaglayan a Stenbolê bên kirin.    Navê 18 kesên hatin binçavkirin wiha ne: "Erşan Olgûnlû, Mûhlîs Bozdemîr, Mehmet Karadag, Alaattîn Altintaş, Nîzamettîn Açik, Yusuf Çelik, Husnu Taş, Didem Atabey, Sedat Acay, Cihan Yavuz, Aydin Tekin, Kesire Onel, Îsmaîl Adanmiş, Emine Kaya, Ramazan Yurttapan, Hevidar Yiles, Nazim Adiguzel û Mizgin Aksû."