Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir 2020-12-01 14:08:28   AMED - Parêzeran xwest darizandina parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Tayyîp Temel ên ji Doza Sereke ya KCK’ê tên darizandin ji ber destnedayîna parlamenteriyê were sekinandin. Lê dadgehê daxwazê red kir.   Dadgeha Bilind cezayê li 38 siyasetmedarên ji Doza Sereke ya KCK’ê hatibû birîn xera kir. Darizandina 38 siyasetmedaran ji nûve hat destpêkirin. Danişîna ewil doza piştî xerakirinê parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Tayyîp Temel jî di nav de 38 siyasetmedaran li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Amedê hat lidarxistin. 33 siyasetmedar beşdarî danişînê nebûn. Tayyîp Temel 18 sal ceza û Pero Dundar 9 sal ceza girtibûn. Tenê 5 siyasetmedar beşdarî danişînê bûn û parêzer jî di danişînê de amade bûn.   Ji ber hejmara zêde ya beşdariya dozê, danişîn li Eywana Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Amedê hat lidarxistin.   Siyasetmedaran diyar kir ku doza ku Dadgeha Bilind di lehe wan de xera kiriye dipejirînin û tiştên di elenyê wan de hatiye xerakirin jî napejirînin.   Ji parêzerên dozê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin xwest kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin.   XWESTIN DARIZANDINA TEMEL Û DUNDAR WERE SEKINANDIN   Parêzerê Tayyîp Temel û Pero Dundar, Mehmet Oner anî ziman ku Tayyîp Temel ji ber bi koronayê ketiye û Pero Dundar jî ji ber xebatên xwe yên li parlamentroyê beşdarî danişînê nebûne û agahiyên di vî derbarî de pêşkêşî dadgehê kir.   Parêzer Muharrem Şahîn jî îşaret bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a ji bo Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû kir û xwest darizandina muwekîlên wan Tayyîp Temel û Pero Dundar di çarçoveya xala 83’yemîn a Qanûna Bingehîn ku mafê destnedayînê di xwe de vedihewîne were sekinandin.   Parêzer Şivan Cemîl Ozen jî xwest qedexeya derketina derve ya li ser miwekîlê wî Temel were rakirin da ku xebatên xwe yê parlamentoryê bi hêsanî birêve bibe.   DADGER DAXWAZ RED KIRIN   Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê mazereta Temel û Dundar a beşdarî danişînê nebûn qebûl kir û xwest di danişînek din de amade bin û biryara siyasetmedarên beşdarî danişînê nebûne jî di danişînek din de bi darê zorê beşdarî danişînê bikin. Dadgehê daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar a ji bo ku parlamenter in red kir û danişînê taloqî 13’ê nîsanê kir.