ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN 2020-12-02 09:00:35 * Serokê Avrasya Araştirmayê Kemal Ozkîraz, anî ziman ku divê HDP ne bi îqtidar an jî muxalefetê re, bi derdorên civakiyî yên pê re hevalbendiyê bikin re kom bibe û bi texmîna wî rêjeya dengên HDP'ê 11.5 e û niha her kes muhtacî HDP'ê ye.  * Li Amedê 6 taxên navçeya Sûrê 5 sal in qedexekirî ne. Taxên navçeyê yên qedexekirî bi biryara Desteya Wezîran “Qada bi rîsk” hat ragihandin û ji sedî 70’yê navçeyê bi makîneyên kar hilweşandin û avahiyên li gorî rantê û polîsan hatin çêkirin.   * Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de 26 sal derbas bûn. Nûçegihana rojnameyê Zekîne Turkerî, anî ziman ku manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne" ku piştî bombekirina rojnameyê diyar kiribûn, îro pêk hatiye.    * Krîza aborî bandoreke nebaş lişert û mercên jiyana stenboliyan dike. Welatiyê bi navê Yakûp ku paqijiya apardûmanekê dike, piştî karê wî yê li vê derê diqede dest bi boyaxa pêlavan dike. Yakûp got: "Were li sarinca min mêze bike. Vikîvala ye. Her roj kartolan dixwim. Her derê min bûye kartol. Nikarim ji bin barê mesrefê xwarin û vexwarinê rabim."    * Aborîzan Aydi Ari anî ziman ku budçeya 2021'ê dê ji bo pirsgirêkan nebe çareser û ji sedî 83'yê budçeyê bac e û ev jî wekî her carê cardin li ser milê xebatkaran hatiye barkirin.    * Walîtiya Colemêrgê, kuştina sivîlên ku bi çekên eskeran tên kuştin bi hincetên wekî "hişyarî", "li gor mewzûatê", "fîşek pengizî" an jî "çek ber bi hewayê ve teqand" diparêze.    * Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû diyar kir ku bi bernameya ‘Hinek Henek’ dixwazin çanda kurdî ya wekî xezineyekê ye derxînin holê û got: “Em bi lîstikan kena xwe bi desthilatdaran tînin.”    * Esnafên Cizîrê diyar kirin ku ji ber qedexeyên hatine danîn karê wan hatiye sekinandin û xwestin alîkariya wan bê kirin.    * 3'emîn danîşîna nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan wê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ender Îmrek a ji ber nivîsa xwe ya derbarê Emîne Erdogan de wê 2'ermîn Dadgeha Esliye Cezayê ya Bakirkoyê bê dîtin. (10.00)   * Serokwekîlê Koma HDP'ê Hakki Sarûhan Olûç, wê li meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * HABER-SEN'ê wê li avahiya xwe ya Wanê derbarê pirsgirêkên PTT'ê yên dema pandemiyê civîna çapameniyê li dar bixe. (13.00)