Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne 2020-12-02 09:12:58 ENQERE - Serokê Avrasya Araştirmayê Kemal Ozkîraz, anî ziman ku divê HDP ne bi îqtidar an jî muxalefetê re, bi derdorên civakî yên pê re hevalbendiyê bikin re kom bibe û bi texmîna wî rêjeya dengên HDP'ê 11.5 e û niha her kes muhtacî HDP'ê ye.  HDP'ê di 20'ê Mijdara 2019'an de ji bo hilbijartina "pêşwext" bang kiribû. Vê dawiyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşenerê jî ji bo hilbijartina pêşwext bi hev re daxuyanî dan.    Serokê Avrasya Araştirmayê Kemal Ozkîraz, geşednên dawî yên li Enqereyê diqewimin ji bo ajansa me nirxandin.    HILBIJARTINA PÊŞWEXT   Ozkîraz, bilêv kir ku li gor texmîna wî dê di şert û mercên niha de hilbijartineke pêşwext çênebe û got: "Ji lewra Erdogan di anketan de rêjeeke dengan a ku cesaretê bidê nabîne. Lê belê heger hin parlementer ji Tifaqa Cumhûrê yanî ji AKP an jî MHP'ê veqetin û piraniya meclîsê ji dest wan biçe, dibe ku hilbijartinek pêşwext çêbibe. Lê li gor texmîna dê ev çênebe. Yanî ne bawerim di sala 2021'ê de hilbijartineke pêşwext çêbibe."    Ozkîraz, bal kişand ser kesên ji ber tifaqa AKP-MHP'ê nerihet dibin û ji AKP'ê vediqetin jî û got: "Dê di zivistanê de diyar bibe bê ka rewşa aborî çawa dibe. Girêdayî vê dê hin tişt biqewimin. Heger ev parlementer qaneh bibin ku dê Tifaqa Cûmhûrê yan jî AKP cardin nebe îqtidar, dê jê veqetin."    GOTINÊN ARINÇ Û MUHTACIYA AKP'Ê YA BI MHP'Ê   Ozkîraz, ji bo dîskalîfiyekirina Bulent Arinç ku ji ber gotinên xwe yên derbarê Demîrtaş û Kavala de ji Desteya Îstîşareyê ya Bilind îstifa kir jî anî ziman ku ji xeynî Tifaqa Cumhûrê tu vebijêrkeke Erdogan nemaye û got: "Ji lewra, komên din ên derî Îtifaqa Cumhûrê ne mimkun e ku daxilî nav wan bibin. CHP nabe, Partiya ÎYÎ'yê jî nabe. A herî zêde xwedlî li girseya HDP'ê derdikeve partiya muxalefeyê ye, ew jî nikare girseya xwe ber bi vê ve bibe. Yanî tekane partiya ku bi awayekî girseyî piştgiriya AKP'ê bike, MHP ye. Lewma muhtac û mehkûmê MHP'ê ye. Divê gotinên Bulent Arinçî jî di vê çarçoveyê de bên xwendin."    PIRA JI MÛ ZIRAVTIR Û MEQESA DI DEST BAHÇELÎ DE    Ozkîraz, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP li rêvekirinekê digere û got: "Ev rê jî pirek e ku ji mû ziravtir û ji şûr tûjtir e. Divê li ser vê pirê bi hevsengiyî bimeşe. Erdogan, niha tam li nava vê pirê ye. Heger paş de gav bavêje dê bikeve û jixwe hêzeke wî ya pêş de biçe jî tune ye. Ji bo vê rêyê, dixwaze rêya xwe berfireh bike. Lewma serî li gotinên wekî reformê dide û dixwaze rêveberiya nû ya DYA'yê li pişta wî be. Di vî warî de Arinç xwest piştgiriyê bike. Arinç, bawer kir ku dê Erdogan li pişta wî be. Di çarçoveya gotinên derbarê reformê de, behsa du navan kir; Demîrtaş û Kavala ku AKP bi çavê dijminan li her duyan dinêre. Gava xwest rêya Erdogan fireh bike, dît ku Bahçelî li serê wê pira ji mû ziravtir, di dest de meqes û sekiniye. Nîqaşa derbarê Alaattîn Çakici de ji ber vê dest pê kir. MHP'ê bi zanebûnî ev nîqaş da destpêkirin. Ev beyanek bû ku Devlet Bahçelî li hemberî gotinêN Erdogan kir. Yanî bi vê xwest tibîhetên dewletê yê nû bidomîne."   Ozkîraz, anî ziman ku Bahçelî bi vî awayî Erdogan baş çavtirsandî kiriye û rê wî daye ku dê pirê bibire û got: "Erdogan jî, ji dêvla ku ew ji pirê bikeve, rabû Arinç ji pirê avêt."    Ozkîraz, nêzîkatî û helwesta hilbijêrên AKP'ê ya ji ber nêrîna "êdî Devlet Bahçelî welêt bi rê ve dibe" jî şîrove kir û got: "Êdî ji bo AKP'ê gefên mezin hene. AKP, êdî bûye partiyeke ku dixwaze çi dibe bila bibe dêv îqtidara xwe bidomîne. Ji şewra şefafbûn û hesbêdayîn ji holê rakiriye. Şefafbûyîn û hesêbdayîn êdî hebûn û tunebûna AKP'ê ye. Ji zû da sînorê wê reformê derbas kir. Yanî tu fikareke wan a ku bi MHP'î bin tune ye. Jixwe ji MHP'ê pir wêdetir çûne. Ji MHP'ê xirabtir bûne. Yanî wekî gefekê lê nanêrin. Heya li ser îqtidarê bin çi qasî dejenere bibin bila bibin, çi qasî xera bin bila bibin, ji bo wan ne mesele ye."    HER DIÇE RÊJEYA DENGÊ TIFAQA CUMHÛRÊ KÊM DIBE    Ozkîraz, destnîşan kir ku dengên Tifaqa Cumhûrê kêm didin û got: "Di anketa me ya roja duşemê de, me dît ku li dor 12-13 puanên Tifaqa Cumhûrê kêm bûne. Dipirsin, çima dengê Tifaqa Gel zêde nabe? Li gor anketên me puanê Tifaqa Gel 7-8 puanan zêde bûye. Her wiha du partiyên nû jî ava bûne (DEVA û Gelecek). Ê wan jî li dor 5.5-6 puanan, puanê wan zêde bûye. Jixwe kêmbûna puanên Tifaqa Cumhûrê jî ev qas e. Mirov li tabloyên ku hilbijêrên bêbiryar jî dinêrin. Li wir CHP ji sedî 22 dixuyê. Yanî ev ne li gor hilbijêrên biryara xwe aşkere kirine. Dê qismek bêbiryar dengê xwe bidin muxalefetê dê qismek jê jî bidin îqtidarê. Jixwe îqtidara heyî hema hema bi ser dikeve. Lê kêmbûna dengê wê nîşan dide ku dê îqtidar ji dest biçe. Lewma ne reşbîn im. Dikarim bi rihetî bibêjim; ji hilbijartina dawî heya niha dengê tu partiyeke muxalefetê kêm nebûye. Rêjeya dengên Tifaqa Cumhûrê pir dûrî 50+1 e."    Ozkîraz, ji bo krîmînazlîkirina HDP'ê ku ji aliyê Tifaqa Cumhûrê tê kirin jî destnîşan kir ku ev ji ber hilbijartinê ye û got: "Lê belê ez di vî warî de muxalefetê jî tawanbar nakim. Di hin anketan de piraniya hilbijêrên muxalefetê naxwazin tifaq bi HDP'ê re bê çêkirin. Yanî partî nikarin berkesê hilbjêrên xwe tifaqekê çêbikin. Heger bikin dê encam nebaş be. Her wiha ji sê parên hilbijêrên HDP'ê perek jê jî li dijî tifaqa bi CHP'ê ye. Yanî fêm dikim ku çima muxalefet di warê tifaqa bi HDP'ê re xwe dûr dixe."    'MUHTACÎ HDP'Ê NE'   Ozkîraz, ji bo rewşa HDP'ê ya li gor îtifaqan jî got: "Wekî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP bêyî têkiliyeke sazîbûyînî hebe, dikare têkiliyên xwe yên heyî biparêze. An jî dibe ku ev bê kirin; her kes namzetê xwe nîşan bide. Axirê her tişt di hilbijartina serokomariyê de diyar dibe. Çima? Ji lewra ji bo çûyîna meclîsê pêdiviya HDP'ê bi tifaqekê tune ye. Ji lewra HDP bi tena serê xwe bendê erbas dike. Di rewşa herî xirab de jî derbas kir. Me sê roj berê anketek çêkir. Rêjeya HDP'ê ji sedî 11.5 bû. HDP, ne muhtacî tu partiyê ye. Berevajî di hilbijartina serokomariyê de muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne. Heger namzetekî hevpar tunebe ji xwe dê hilbijêr di tûra duyem de biryara xwe bidin. Heger namzetekî hevpar hebe û HDP bibêje ez namzetê xwe nîşan nadim, ji xwe mesele namîne. Lewma li gor min bihevrebûneke di çarçoveya saîbûyînê de ne ew qasî girîng e. Gelek derdorên civakiyî hene ku HDP dikare hevalbendiya wan bike. Ez behsa kurdên dîndar dikim. Lê HDP her tim berhewa dike. Ez behsa KHK'iyan dikim. Ez behsa EYT'iyên heqê wan hatiye xwarin dikim. Heger HDP li ser vê yekê hîn bêtir hûr bibe û bi vê derdorê re tifaqekê çêbike, wê baştir bibe."    MA / Selman Guzelyuz