Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne 2020-12-02 09:13:42 STENBOL –  Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de 26 sal derbas bûn. Nûçegihana rojnameyê Zekîne Turkerî, anî ziman ku manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne" ku piştî bombekirina rojnameyê diyar kiribûn, îro pêk hatiye.  Rojnameya Ozgur Ulkeyê ku di 28'ê Nîsana 1994'an de dest bi weşana xwe kiribû, di 3'yê Kanûna 1994'an de hatibû bombekirin û bi vî awayî hatibû xwestin ku bê girtin. Şeva 3'yê Kanûnê avahiya teknîkê ya rojnameyê ku li Kadirgaya Stenbolê bû, burya navendî ya li Cagaloglûyê û buroya Enqereyê bi hev du re hatibûn bombekirin. Di êrîşê de xebatkarên rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû û 23 xebatkar jî birîndar bûbûn. Heya niha derbarê kiryarên bûyerê de tu tişt nehatine kirin û kesên di bûyerê de birîndar bûbûn jî piştî tedawiya li nexweşxaneyê hatibûn binçavkirin. Çendî ku rojnmave hatibû bombekirin jî lê belê dotira rojê bi manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne!" gihaşt ber destê xwendevanên xwe û bersivan kesên ev talîmat dabûn, da. Her wiha wê demê gelek kesan piştgiriya xwe ya ji bo rojnameyê ragihandibû. Hin rewşenbîran jî bi qunciknivîsên xwe piştgiriya xwe dan û Orhan Pamûk, Ahmet Altan, Latîfe Tekîn, Mûrathan Mûngan û Lale Mansûr jî di nav de komek rewşenbîr daketin kuçeyê û hejmara rojnameyê ya bi manşeta "Xwedî li Ulkeyê derkeve" belav kirin.    Piştî bombekirina rojname di 2'yê Sibata 1995'an de hat girtin.    ÇÎLLERÊ FERMAN DA    Rojnamevan Zekîne Turkerî ku wê demê nûçegihana rojnameyê bû, behsa wan rojan kir.    Turkerî, anî ziman ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha li hemberî kurdan nêzîkatiyeke mîlîtarîst heye û polîtîkayên tunekirinê tên kirin. Turkerî, diyar kir ku salên 1990'î jî salên herî dijwar bûn û got: "Dewlet, dijminê hemû kurdan bû. Biryara bombekirina rojnameyê jî di MGK'ê de hat girtin. Tansû Çîllerê ev ferman da. Ji lewra nikaribû yeko yeko serî derxîne. Wê çaxê nêzî 100 xebatkarên rojnameyê hebûn û ji 4 parên wan parek hatibûn kuştin. Wê çaxê hevalek me jî nikaribû 6 mehan li ser hev du li Kurdistanê bixebite. Ên 6 mehan li ser hev du dixebitîn dihatin kuştin. Gelek hevalên me mecbûr man biçin sirgûnê."    JI BER RASTIYAN BÛ HEDEF    Turkerî, anî ziman ku wê çaxê nikaribûn bi rihetî biçin nûçeyan bişopînin û got: "Li Kurdistanê em nikaribûn biçin nûçeyan. Li Stenbolê jî heger pêkan bûna em du kes diçûn. Ji lewra li pişt me tim kesên wekî izbandotan û kesên rûpoş ên di dest wan de çekên lûledirêj hebûn. Li her derî em dişopandin. Me di serdemeke wiha de rojnamevanî kir. Nexwe me rojnamevaniyeke baş kiriye ku hikûmeta wê demê nerihet dibû. Ji lewra ji xeynî me kesî derbarê kurdan de tiştek endigot. Ozgur Ulke ji ber rastiyan bû hedef."    NEGIHAŞTIN ARMANCA XWE'    Turkerî, destnîşan kir ku dewletê ji bo wan bitepisîne serî li rêyeke wiha dabû, lê belê tu carî zext û zoriyan nikaribûye wan bitepisîne. Turkerî got: "Ma dewlet bi bombekirinê gihaşt armanca xwe? Na. Jixwe armanca dewletê ew bû ku zirarê bide. Fikra wê ew bû, 'Ez çend ciwanên din ên kurd bikujim jî kar e.' Ji lewra wan jî dizanibû li wê derê em giş bimirana jî dê hin ciwanên kurd rabûna û cardin rojnamevanî bikirana. Ew li dû çareyên rojane bûn, lewma wiha kirin. Pêşeroja wê nefikirîn."    Turkerî, anî ziman ku kesên rojname bombebaran kirin baş dizanibûn dê neyên cezakirin, lewma avahiya rojnameyê bombebaran kirin û got: "Li vî welatî cezayê kuştina kurdan tune ye. Hûn ê rabin li orta Stenbolê bombeyan têxin avahiyê û wê derê bombe bikin. Li wir zêdetirî 20 kes hebûn. Dibû ku hemû jî bimirana. Lê ev ne xema wan bû. Ji lewra dizanibûn dê neyên cezakirin. Wê rojê jî wiha bû, niha jî wisa ye."    ‘MIN HÎS KIR KU TIŞTEK BÛYE'    Turkerî, anî ziman ku beriya bombekirinê bi 10 rojan ji Amedê çûbû Stenbolê û ji ber tiştên ku li Amedê hatibûn serê wê derûniya wê nebaş bû û bi tirsa tim tê şopandin li paş xwe dinêrî. Turkerî, diyar kir ku ji ber vê yekê polîsan pêşiya wê biriye û got: "Polîs û hêzên paramîlîter tim li paş me bûn. Polîsan ez dam sekinandin û gotin 'Çima tu wisa dimeşî?' Min got, ez ji Kurdistanê hatime. Wê demê dê heyetek biçûn Kubayê. Rêveberiya rojnameyê jî xwest ji ber vê rewşa min qenciyekê bi min bike. Ji min re gotin tu jî biçe. Lukseke werê ya rojnameyê tune bû, lê dîsa jî ez şandim. Ji ber ku min bi spanî dizanibû heyetê bilêta min stend û rojnameyê jî 100 dolar da min û ez çûm. Ersîn ez birim balafirgehê. Gava em ê bi rê biketana, Min ji Ersîn re got 'Daxwaziyek te heye?' Got, 'Puroyên wan deran navdar in, hema tiştekî bîne.' Gava vegeriyam Ersîn hat pêşiya min. Ez tam jî roja bombebarankirinê, bi şev hatim. Em çûn me walêzê min bir buroyê. Dû re ez çûm mala hevalekê. Serê sibehê gava ez hatim Kadirgayê min hîs kir ku tiştek bûye. Min got, her hal cardin heval hatine binçavkirin. Saet li dor 9'an bû. Berê her roj gava em diçûn buroyê polîsan kontrol dikir. Lê wê rojê nekirin. Ez hatim ber buroyê, min serê xwe rakir mîn dît ku avahî tune ye. Avahî serobino bûye. Pêşî çav bi wî halê avahyê ketim. Dû re min hevala xwe Gulsenê, dû re jî hevalên din. Paşê hîn bûm ku Ersîn miriye û 20 heval jî birîndar bûne."    EW AGIR HER KESÎ DIŞEWITÎNE    Turkerî, diyar kir ku piştî bombekirinê, dotira rojê nesekinîne û bi manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne' rojname derxistine û niha ew agir her kesî dişewitîne. Turkerî, bilêv kir ku ew agir wekî rizandinekê tevahiya Tirkiyeyê şewitandiye û got: "Tirkiye hingî pirsgirêka kurd taloq kir, riziya. Ew agir welêt bi vî awayî şewitand; Îqtidareke faşîst a wekî AKP'ê her kesî mehkûm kir. Ma ji vî agirî çêtir agir heye?"    YEK E KESEK JÎ NETIRSIYA    Turkerî, destnîşan kir ku piştî bombekirinê rojnameya Atilimê derî li wan vekiriye û got: "Manşeta 'Dê ev agir we jî bişewitîne' li wir hat nivîsandin. Em bi rojan li Atilimê, man. Me betanî li erdê radixistin û em li ser radizand. Ez ji bo gazinan van tiştan nabêjim. Ji lewra hevalên me mirin û dikaribûn tiştine din jî bikirana. Lê tiştek hebû diviya ev dewlet û hikûmet fêm bikira. Piştî wê bombekirinê yek hevalekî jî negot ez ê dev ji kar berdim û ditirsim. Piştî wê hin rojnameyên din derketin. Hatin sansurkirin. Roj hebû nîviyê hin rûpelan vala bûn. Lê belê hîn jî ew rojname û peyrewên wê dewam dikin. Bi hezaran rojnamevanên kur hene. Yanî kesên bombe teqandin bi tu awayî negihaştin armanca xwe."    MA / Ferhat Çelîk