Li gor walîtiyê sedema kuştina sivîlan a bi destê eskeran ji ber heman sedemê ye 2020-12-02 09:27:11   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, kuştina sivîlên ku bi çekên eskeran tên kuştin bi hincetên wekî "hişyarî", "li gor mewzûatê", "fîşek pengizî" an jî "çek ber bi hewayê ve teqand" diparêze.    Walîtiya Colemêrgê, heya niha derbarê mirina sivîlên ku ji hêla leşkeran ve tên kuştin de gelek daxuyanî dane, lê belê hema bibêje hemû daxuyanî wekî hev in. Gava kiryar esker û polîs bin, daxuyaniyên tên dayîn wekî hev in. Walîtî kuştina sivîlan bi hincetên wekî "hişyarî", "li gor mewzûatê", "fîşek pengizî" an jî "çek ber bi hewayê ve teqand" diparêze.    Herî dawî duh na pêr eskeran li navçeya Rûbarok a Colemêrgê Ozcan Ertaş ê 14 salî kuştibûn. Walîtiyê ji bo kuştina Ertaş jî hinceta "ji ber teqandina çekê ya ber bi hewayê ve" derpêş kir.    ‘QEZA!   Hin dawuyaniyên ku heya niha Walîtiya Colemêrgê derbarê bûyerên bi vî rengî de dane ev in:    * Li gundê Şapatanê yê Şemzînanê, di 6'ê Tebaxa 2017'an de polîsan avêtibû ser gunnd û gundî îşkence kiribûn. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotibû: "Kesên gumanbar li gor hiqûqê hatine binçavkirin." Lê belê dewsa îşkenceyê li ser laşê welatiyan daxuyaniya walîtiyê pûç kiribû.    * Di 10'ê Cotmeha 2017'an de Qereqola Dûrak a navçeya Şemzîzanê, wesayîtek gulebaran kiribûn. Di wesayîtê de Çetîn Başer jiyana xwe ji dest dabû û Kerîmhan Zerender jî bi giranî birîndar bûbû. Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya ji bo vê yekê gotibû "qeza" çêbûye. Lê belê malbata Zerender beriya daxuyaniya walîtiyê bi Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û gotibû, gef li Zerender hatiye xwarin ku neaxive û polîs û eskeran zext li wan xwariye ku bûyerê wekî "qezayê" ragihînin.     ‘HIŞYARÎ'    * Di 14'ê Cotmeha 2017'an de li gundê Evliyan ê navçeya Şemzîzan a Colemêrgê Adem Kûyûncû, gava li baxçeyê xwe avdanî dikir eskeran ew gulebaran kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Walîtiyê piştî 3 rojan daxuyanî dabû ji bo vê jî îdia kiribû ku "eskeran ji bo hişyariyê bera hewayê dane" û Kûyûncû jî jiyana xwe ji dest daye.    * Di 1'ê Tebaxa 2019'an de li navçeya Rûbarok a Colemêrgê Vedat Ekîncî yê 14 salî hatibû kuştin û kesek jî birîndar bûbû. Walîtiyê di daxiyaniya xwe de îdia kiribû ku "eskeran ji bo hişyariyê bera hewayê daye" û guleya pengiziye li Ekîncî ketiye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    ‘LI GOR MEWZÛATÊ YE'    * Di 29'ê Cotmeha 2020'an li gundê Awyan ê bajaroka Esendere ya Geverê eskeran li Şeralî Derelî yê 61 salî li nêzî mala wî kuştibû. Walîtiyê Colemêrgê piştî pênc rojan daxuyanî dabû û di daxuyaniya xwe de bûyer rewa kiribû û gotibû "li gor mewzûatê ye". Her wiha walîtiyê derpêş kiribû ku piştî mudaxileyekê Derelî jiyana xwe ji dest daye û ji bo bûyerê rewa bike gotibû ji ber tiryakê sabiqeya Derelî heye.