Li Rihayê kesek hat girtin 2020-12-02 12:17:07   RIHA – Li Rihayê welatiyê bi navê Şukru Kahraman hat girtin û ew şandin girtîgehê.   Di 30’ê mijdarê de polis û cendirmeyan li gundê Axirtoş ê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi ser malan de girtibû û welatiyê bi navê Şukru Kahraman binçav kiribûn. Kahraman piştî gotinên wî li miduriyeta polisan hatin girtin sewqî dozgeriyê hat kirin. Li dozgeriyê jî Kahraman bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hat kirin.   Ji ber ku Kahraman di çarçoveya lêpirsîneke li Stenbolê de hatibû binçavkirin, bi rêyha SEGBÎS’ê tevlî danişîna xwe ya li 27’emîn Dadgeha Cezaya Girana a Stenbolê bû û hat girtin.  Piştî biryara girtinê cendirmeyan Kahraman bir Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.