Kesên li Denîzliyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-12-02 13:41:44   DENÎZLÎ – Endamên TJA û HDP’ê ku duh li Denîzliyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 5 kesên ku serê sibehê ji bo gotinê girtinê polisan wan vexwendibû miduriyeta polisan kirariyên wan ên li miduriyetê didomin.    Duhdi saetên serê sibehê de polisan li Denîzliyê bi ser mala Hevseroka HDP’ê ya Bajar a Denîzliyê Hande Ozkan, Endama Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Şerîfe Yildirim, Rêvebera HDP’ê yê Bajar Hazal Dîler û Aktîvîstan Tevgera Jinên Azad  (TJA) Cevahîr Kaya girtibûn û ew binçav kiribûn. Îro piştî kirariyên wan ên gotin girtinê li Miduriyeta Polisan a Denîzliyê tema bûn siyasetmedarên HDP’î û aktîvîsta TJA’yê hatin berdan.    Li aliyê din îro serê sibehê polis li Hevseroka berê ya HDP’ê ya Bajar a Denîzliyê Aycan Kaya, rêveberên HDP’ê yên navçeya Pamûkkaleyê Buşra Akdag û Elvan Alkan, Endama HDP’ê ya Denîzliyê Berîvan Karakaya û Rêvebera HDP’ê ya navçeya Merkezefendî Fatma Selvî geriyan û wan vexwendin Miduriyeta Polisan a Denîzliyê.    Hat hînbûn ku kirariya gotin girtinên van her pênç siyasetmedaran li Miduriyeta Polisan a Denîzliyê didome.