Li Geverê gengeşiya TEDAŞ’ê 2020-12-02 16:44:54   COLEMÊRG – Li navçeya Geverê ji ber venêrîna ceyrana qaçax di navbera polisan û gel de gengeşî derket.    Li taxa Orman a navçeya Geverê ya Colemêrgê, komên TEDAŞ’ê bi hinceta “bikaranîna ceyrana kaçax” bi gelek maşîneyên zirxî yên polisan re derketin kontrolê. Ji ber hatina wan a bi polisan re gel bertek nîşanî komên TEDAŞ’ê da. Polisan xwe li vê bertekê ranegirtin û mudaxaleyî gel kirin. Di mudaxaleya gaza îsotê hat bikaranîn de 4 kes birîndar bûn.