3 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î, ji peywirê hatin dûrxistin 2020-12-02 16:49:54   ŞIRNEX - Wezareta Karên Hundir, 3 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î, ji peywirê dûr xist.      Wezareta Karên Hundir, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î Asûman Kulter, Sabrî Erdogmûş û Suleyman Adiyaman ku duh di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi awayekî "demkî" ji peywirê dûr xist. Bi vê dûrxistinê re hejmara endamên meclisê yên HDP'î ku bi giştî 17 kes bûn, dakete 9'an. Bêriya niha jî 5 Endamên meclisê yên HDP'î ji peywirê hatibûn  dûrxistin.