Malbatên girtiyan: Em ê li ber zindanan kon vedin 2020-12-04 09:16:11 AMED - Malbatên girtiyan derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de rayedar hişyar kirin ku heke daxwazên zarokên wan neyên qebûl kirin, wê li ber deriyê girtîgehan çadiran vedin û ew jî wê bikevin grevên birçîbûnê. Girtiyên ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyêyê ji doza PKK’ê û PAJK’ê girtîne, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinan mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan destpêkirin. Malbatên girtiyan ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin destnîşan kirin ku heke daxwazên zarokên wan neyên qebûl kirin, wê li ber deriyê girtîgehan çadiran vedin û ew jî wê bikevin grevên birçîbûnê.   ‘EM Ê LI BER DERIYÊ ZINDANAN BIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ’   Yesûre Tûfan ku kurê wê Azîz Tûfan di Girtîgeha Jimare 1 a Amedê de ye, diyar kir ku daxwazên zarokên wan daxwazên wan in û wiha got: “Em tecrîda li ser zarokên me û birêz Abdulah Ocalan qebûl nakin. Ji ber ku zarokên me di zindanê de pir zor û zehmetiyê dikişînin, ketine greva birçîbûnê. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne jî. Heke daxwazên wan neyên bicih em ê li ber deriyê zindanan çadiran vedin û bi zarokên xwe re bikevin greva birçîbûnê. Êdî bes e, taqeta me nema.”   ‘EM Ê DÎSA LI KOLANAN BIN’   Tûfan, da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de diviyabû zarokên wan serbest hatibûna berdan û wiha axivî: “Em naxwazin zarokên me êdî di zindanê de bin. Ne şeva şev e ne jî roja me roj e. Em ê dîsa li kuçe û kolanan bin. Li temamê zindanan zilm li ser girtiya tê meşandin. Radyo û pirtûkan nadin wan, xwarina wan ne baş e, berberê wan tune ye. Em dema diçin hevdîtinê nikarin serê xwe di qebînan de bilivînin. Ev hemû îşkence ye. Em vê zilmê qebûl nakin.”   Tûfan, bang li dayika kir ku hemû rabin ser xwe, xwedî li zarokên xwe derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em wekî grevên birçîbûnê yên din xwedî li zarokên xwe derkevin. Em dayik efûyeke giştî dixwazin. Zarokên me di girtîgehan de bûn nîvmirov. Sûcê me tenê ji ber ku em kurd in. Ez bang li rayedarên dewletê jî dikim; vê îşkenceyê li ser zarokên me rakin û efûyeke giştî bidin. Di pandemiyê de deriyê zindanan vekin. Em mirin jî bila bi hev re bimirin. Ji CPT’yê re jî dibêjim, bila demilest werin li zindanan binêrin ka çi îşkence li ser zarokên me tê meşandin.”   ‘LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ NEMAYE’   Sulhiye Sarûhan ku kurê wê Mahsûn Sarûhan di Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê de dimîne jî diyar kir ku li Tirkiyeyê tu heq û hiqûq nemaye û wiha got: “Girtiyên tacizkar û tecawizkar hemû hatin berdan, lê zarokên me nehatin berdan. Sebeba vê çiye? Ji ber ku zarokên me kurd in. Em 5-6 mehan zarokên xwe nabînin, nizanin sax in an mirî ne, çawa ne. Ma ev insanetî ye.”   ‘KES DENGÊ GIRTIYAN NABIHÎZE’   Sarûhan, destnîşan kir ku zarokên wan ji ber zilm û zorê ketine grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Kes dengê girtiyan nabîhîze. Gişan çavên xwe kor kirine, guhên xwe ker kirine. Girtî jî mecbûrî dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jî li pey zarokên xwe ne, hewce bibe em ê jî bikevin grevê, hewce bibe em ê xwe bişewitînin jî. Ma ji zarokên me pêvetir tiştekî me heye.”   ‘JI BO ZAROKÊN XWE RABIN SER XWE’   Sarûhan, xwest ku malbatên hemû girtiyan ji bo zarokên xwe rabin ser xwe û wiha bang kir: “Bila malbat bes vê zilmê qebûl bikin. Heke giş bi hev re rabin nikarin tiştekî li me bikin. Divê em rabin, giş xwe bikin yek, destê xwe bidin hev du. Em bibêjin vê zilm û zorê qebûl nakin û li pey zarokên xwe ne. Daxwazên zarokên me, yên me ne. Em dixwazin hemû girtî werin berdan, azad bibin.”