Derbarê kuştina Erbaş de lêpirsîna ‘biqisûr’ hat destpêkirin 2020-12-04 09:56:42 COLEMÊRG – Li navçeya Rûbarokê Ozcan Erbaş ji aliyê eskeran ve hatibû kuştin. Derbarê 11 eskeran de lêpirsîna “bi qisûr kes kuştin” hat destpêkirin. Parêzer Eren Baskin diyar kir ku lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin û got: “Ev mirin çawa dibe bi qisûr.” Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê di 30’ê mijdarê de Ozcan Erbaş ê 16 salî bûbû armanca guleyên leşkeran û piştî ew gulebaran kirin û rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dabû. Walîtiya Colemêrgê wek her carê dîsa xwe şaş nekir û îdia kir ku Erbaş “qaçaxçi ye” û leşkeran piştî gule berdaye hewa jiyana xwe ji dest daye.   Şandeyak ji parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Colemêrgê çûn cihê bûyerê û ji gundiyan agahî wergirtin û lêkolîn pêk anîn. Parêzer Eren Baskin ê endamê ÎHD’ê ku di nava şandeyê de bû têkildarî bûyerê axivî.   Eren Baskin destnîşan kir ku wan çavdêriya wê yekê kiriye ku Erbaş bi sîlehek taybet hatiye kuştin û gule li pişta wî ketiye û di pêş de derketiye. Baskin got wan bi hin şêniyên wir re hevdîtin kirine û ji hin hevalê Erbaş agahî wergirtine.   ‘DESTÛR NEDAN ALÎKARIYÊ’   Baskin anî ziman ku kesên ji wan re axivîne gotine di ketina gund de dema ew li ser hespê bûne dengê destek sîleh bihîstine û pişt re dîtine ku Erbaş ji ser hespê ketiye xwarê û wiha got: “Dema meriv ji wir li miqabil dinêre di qadek ji 500-600 metreyî pêk tê, gelek leşker têde hene. Piştî bûyerê leşker demildest guleyan berdidin hewa. Hevalên Ozcan Erban hemû direvin. Hevalek wî dibêje ‘min xwest alîkariyê bidim Ozcan lê destûr nedan. Ez jî tirsiyam. Min dizanibû Ozcan li wir hatiye kuştin. Çimkî min dît ku ji bedena wî parçe derketin.”   ‘EV GULE HER TIM RASTÎ KURDAN TÊN’   Baskin anî ziman ku di 40 rojên dawî de li seranserî Colemêrgê welatiyek jê ji Îranê 3 welatî hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne û got: “Xelkê li herêmê vê yekê wek tehdît dibînin.” Baskin bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê ya “leşkeran gule berdaye hewa” û wiha got: “Ev daxuyanî rewşa giştî jî radixe ber çavan. Çimkî her tim leşker gule berdidin hewa ango guleyek bi şaşî li yekî dikeve. Lê mixabin ev gule her tim rastî kurdan tê û welatiyên kurd dikuje.”   DERBARÊ 11 LEŞKERAN DE JI ‘QISÛRIYÊ’ LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN   Baskin destnîşan kir ku roja bûyer pêk ahtiye 11 leşker birine navçeya Şemzînanê, îfadeyên wan girtine û pişt re hatine berdan û wiha got: “Bêyî ku tu biryarên tedbîrê werin sepandin, hatine berdan. Bêyî lêkolîna li cihê bûyerê were kirin, derbarê van leşkeran de ‘bi qisûr kes kuştin’ lêpirsîn hatiye vekirin. Me ji vê fêm nekiriye. Ev yek çawa dibe ‘biqisûr?’ Nava rojê saet li 3’yan û bi mesafeya 500 metre zarokek ji pişta xwe gule dixwe û tê kuştin. Ev çawa dibe ku bi ‘qisûr kes kuştin’ doz tê vekirin. Ev li dijî aqilan e. Ev yek di hemû qademeyên dewletê de dibe sedema bêbawerî ango bêewlehiyê. Heke ev kes neyên darizandin wê hin bêtir kes werin kuştin û dê ev kuştin berdewam bikin.”   MA / Mazlum Engîndenîz