‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’ 2020-12-07 16:31:32   AMED – Baroya Amedê diyar kir ku li Girtîgeha Amedê Mehmet Sidik Meşe bi îşkenceyê re rûbirû maye û ji bo şopên îşkenceyê jê biçin karûbarên edlî bi giranî tê kirin û xwest derbarê personelên girtîgehê de lêpirsîn were destpêkirin.   Baroya Amedê derbarê îşkenceya bi jop û daran ji aliyê gardiyanan ve li girtî Mehmet Siddik Meşe yê li Girtîgeha Amedê Tîpa T tê ragirtin hatiye kirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin li ser îdiaya Meşe ku bi îşkenceyê re rûbirû maye ew çûne girtîgehê û pê re hevdîtin hatiye kirin û di laşe wî de gelek şopên îşkenceyê hebûne û laşê wî reş û şîn bûye.     ÎŞKENCE NE BES BÛYE GEF JÎ LÊ XWARIN E   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser îdiaya îşkenceyê ji Baroya Amedê re hatiye ragihandin parêzer çûne bi Meşe û rayedarên girtîgehê re hevdîtin kirine û wiha hat gotin: “Hevdîtin di 7’ê kanûnê de pêk hat. Ji ber îşkenceyê nemaze ji ber feleqeyê binê piyê girtî reş û şîn bûye û şopên îşkenceyê hene. Ji bo ev şop werin windakirin tedawiya cemede sepandine. Di laşê wî de jî şopên îşkenceyê hebûn. Ji bo birînên laşe wî baş bibin krem û derman hatine sepandin. Her wiha ji bo ku gilî neyê kirin gef li girtî hatiye xwarin. Ji bo birîn ango şopên îşkenceyê baş bibin karûbarên edlî jî dereng ango giranî tê birêvebirin. Tevî daxwaza dozgeriyê jî Meşe ji bo muayeneya edlî hêj nebirine tu saziya tenduristiyê. Tevî ku 7 roj bi ser îşkenceyê re derbas bûye jî îfade nehatine girtin. Ji bo parastina kiryarên îşkenceyê gelek emareyên cidî hene. Divê derbarê personelên vê îşkenceyê kirine de lêpirsîn were destpêkirin.”