Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e 2020-12-08 09:04:27 COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê ku ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd çêbibe kitanên xwe danîn erdê, diyar kirin ku polîtîkayên PDK'ê ji bo kesên dijî kurdan bi kêr tên û wiha bang kirin: "Êdî bes e!"  Gelek kes nerazîbûnên xwe yên ji bo polîtîkayên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku piraniya rêveberiya Başûr di dest daye tînin ziman. PDK, ji 17'ê Tîrmeha 2019'an heya niha ambargo daniye ser Kampa Mexmûrê û li herêmên wekî Garê û Metînayê hêzên eskerî bicihkirin. Her wiha di 9'ê Cotmehê de bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re peymana Şengalê îmze kir û Şengalê hedef girt.    BANGAWAZÎ   Gelek kes û derdorê bertek nîşanî vê yekê didin û dibêjin ev yek zirarê dide yekîtiya neteweyî.  Dayikên Aştiyê jî di 2'yê Kanûnê de li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo aştiyê û diyalogê bang kiribûn û ji bo yekîtiya neteweyî çêbibe kitanên xwe danîbûn holê.    Dayika Aştiyê Gulê Polat, anî ziman ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî şaşiyê dike û xwest rojek berî rojekê dev ji vê şaşiya xwe berde. Polat, destnîşan kir ku heger şerek biqewime dê her kes zirarê bibîne. Polat ku ji bo Barzanî got "dê bi kê re şer bike" anî ziman ku ji ber tiştên diqewimin fedî dikin. Dayik Polat got: "Eyb e, şerm e. Li ku derê hatiye dîtin ku kurdek kuçe, mal û jiyana kurdekî din teg dike? Barzanî dijminatiya qewmê xwe dike."    Polat, destnîşan kir ku kurd divê bi hev re şer nekin û wiha bang kir: "Heger dilê Barzanî û şer hebe, bila bi destê xwişk û birayên xwe bigire û li dijî dijminên kurda şer bike. Me sirf ji bo ev şer rawesta kitanên xwe danîn holê. Êdî bes e."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Dayika Aştiyê Zahîde Şen ku ji bo aştiyê kitana xwe danîbû holê, destnîşan kir ku divê kurd hemû li ber şer rabin. Şen, bilêv kir ku jixwe dilê her dayikeke kurd têra xwe şewitiye û heya roja îro bi kitanên xwe yên spî aştî parastine, lê belê ji bo ev şerê gengaz neqewime kitanên xwe danîne holê. Şen got: "Dewletek din bûna, me yê ev şer fêm bikira. Lê belê em tu maneyê nadin vê rageşiya li vê derê (Kurdistana Feder). Aramî divê. Em dest bidin destê hev du û bi yek bin."