‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe' 2020-12-09 09:16:28 ÎZMÎR - Hevserokê EGE-TÛHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.  Girtî ji 27'ê Mijdarê heya niha ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE-TÛHAY-DER) Ahmet Ertaş, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.    TECRÎD SÛC E    Ertaş, anî ziman ku tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê û xwest rojek berî rojekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.     Ertaş, destnîşan kir ku li Îmraliyê bi salan e polîtîkayeke tecrîda giran heye û got: "Birêz Ocalan bi komployeke nadewletî di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê çaxê heya niha li Girtîgeha Îmrali ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ev polîtîkaya tecrîdê di şexsê Birzê ocalan de li tevahiya girtiyên siyasî û gelê kurd tê kirin. Girtiyên siyasî yên vê yekê qebûl nakin, di 27'ê Mijdarê de careke din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hikûmet demildest divê dev ji vê polîtîkaya tecrîdê berde ku li dijî mafên mirovan e. Daxwazên girtiyên siyasî, daxwazine insanî û ehlaqî ne. Bi salan e li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin û ev yek di dema pandemiyê de zêdetir bû û niha dixwazin wekî tiştekî asayî bidin der."    ZEXT ZÊDE BÛN    Ertaş, destnîşan kir ku daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de divê bên qebûlkirin û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku her diçe zêdetir dibin. Ertaş, bilêv kir ku li Girtîgeha Şakran a Jinan piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir zext û zorî jî zêde bûne û got: "Gardiyan her hefte davêjin ser qawîşan. Nameyên wan dereng didin wan an jî qet nadin wan. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan. Li girtîgehên herêma Egeyê bi sedan girtiyên nexweş hene. Bi hinceta pandemiyê tedawiya girtiyên nexweş bi derengîd ixin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Ji ber ku qawîş qelebalix in, pîvana mesafeya fizîkî ne mimkun e esas bêg irtin. Amûrên paqijiyê nadin wan. Li girtîgehên herêma Egeyê hemûyan heman tişt diqewimin."    BERPIRSIYAR HIKÛMET E'    Ertaş bang li hikûmetê kir û got: "Berî ku li girtîgehan encamine giran rû bidin, dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin. Polîtîkayên li girtîgehan pêk tên dijî mafên mirovan e. Heger ji ber grevên birçîbûnê tiştekî nebaş biqewime berpirsiyar hikûmet û dewlet e. Gel jî divê bibe dengê girtiyan."