Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir 2020-12-09 09:56:03 ENQERE - Heyeta ÎHD’ê, bi rojeva tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên dewam dikin, bi Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re hevdîtin kir.   Heyeta Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), duh bi Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re li cihê wî hevdîtin kir.   Di hevdîtinê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê ÎHD’ê yê Giştî Huseyîn Kuçukbalaban û Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsê (MYK) ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen cih girtin. Di hevdîtinê de ÎHD’ê derbarê “Plana Çalakiyên Mafê Mirovan” û “Belgeya Stratejî ya Reforma Dadê” de, nêrînên xwe parve kirin.   LI SER GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ AXIVÎN     Di rojeva hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de, guhertina qanûna înfazê, lêpirsînên derbarê parazvanên mafê mirovan de, hatine destpêkirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dewam dike, hebûn.   Di hevdîtina ku qala berdewamiya girîngiya diyalogê hat kirin de, dosyeya ku ÎHD’ê amadekiribû pêşkêşî wezîr hat  kirin.