Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin 2020-12-09 13:14:28 ŞENGAL  - Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 8’an de dewam dike. Xelkê Şengalê jî çalakvanan ziyaret dikin û piştgiriya xwe tînin ziman.   Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8’an de dewam dike. Konê berxwedana Şengalê di roja xwe ya 8’emîn de komelga Guhbel û Zorava çalakî devir girtin. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwazê xwe di çerçove ya ku xweseriya Şengalê û îrada Êzidiya bê naskirin pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayeder û hikûmeta Iraqê bersiveke erênî ne hate dayîn.