Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin 2020-12-09 13:15:41 STENBOL - Danişîna doza Berkîn Elvan ê di çalakiyên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû, bi boneya dozger bi koronayê ketiye hat taloqkirin.   Di dema çalakiyên Parka Geziyê ya Stenbolê de Berkîn Elvan bi fişeka gazê ya polîsan ku îsabetî wî kiribû jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê kuştina Elvan de doz hatibû vekirin. Danişîna 18’emîn a doza Berkîn Elvan li Dadgeha Cezayê Giran a 17’emîn a Edliya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Bavê Elvan Samî Elvan, Seroka Rêxistina CHP’ê ya Bajêr a Stenbolê Canan Kafatnacioglû, Akademîsyenên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û endamên Malên Gel û gelek kesan danişînê şopand.   Ji ber hêceta Kovîd-19 tenê parêzeran û malbata Elvan û hin kesan girtin eywana danişînê. Gelek kesan derveyî eywana danişînê doz şopandin.   Polîsê bi navê Fatîh Dalgali ku negirtî tê darizandin ji bajarê lê wezîfeya xwe dike Wanê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.   GULSUM ELVAN DADGEHÊ PROTESTO KIR    Dayika Elvan, Gulsum Elvan di saetên serê sibê de hat Edliyê û bi armanca şermezarkirina dadgehê derbasî ewyana danişînê nebû. Di ketina edliyê de li bin nivîsa “Qesra Edaletê” rawestiya.   DOZGER BI KORONAYÊ KETIYE   Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir. Serokê Dadgehê Canel Ruzgar bi boneya biryara Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) tayînî Dadgeha Bilind hat kirin, endamek şandeya dadgehê anîn ser serokatiya dadgehê. Dozgerê dadgehê bi hêceta testa wî ya koronayê pozîtîf derketiye beşdarî danişînê nebû û di şûna wî de dozgerek din hat wezîfedarkirin.   DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Şandeya dadgehê diyar kir ku ji ber dozger bi koronayê ketiye ew nikarin derbarê esasê de biryar bidin û danişînê taloqî 29’ê çileya 2021’an kir.   MUDAXILEYÎ DOSYEYÊ DIKIN’   Parêzerê malbata Elvan, Can Atalay bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kir ku ji destpêka dozê ve Wezareta Karên Navxweyî mudaxeileyî dosyeyê dike.   ‘ÇI JI DESTÊ WAN TÊ DIKIN’   Li ber edliyê daxuyanî hat dayîn. Parêzer Can Atalay axivî û destnîşan kir ku çi ji destê rayedaran hat ji bo ku kujer bi adilane neyên darizandin kirin û ew ê heta dawiyê ji bo edaleta dozê têkoşîna xwe bidomînin. Atalay anî ziman ku îqtîdara siyasî mudaxeleyî dozê dike û got: “Em birçiyê edaletê ne. Li çar aliyên Tirkiyê însan birçiyê edaletê ne. Em edaletê dixwazin. Wê edalet bi ser bikeve.”   XWEST BERPIRSIYAR WERIN DARIZANDIN’   Bavê Elvan, Samî Elvan jî destnîşan kir ku 7 sal in ew bi her cûre êş û îşkenceyê re rûbirû mane û pêwîste berpirsiyar hesab bidin.   ‘EDALETÊ DIXWAZIM’   Dayika Elvan, Gulsum Elvan jî anî ziman ku 7 sal in ew li benda edaletê ne, lê bi tu awayî edalet nehatiye û got: “Ez edaletê dixwazim. Bila berpirsiyar werin darizandin. Recep Tayyîp Erdogan te kurê min da kuştin, edaletê jî tu bide. Em edaletê dixwazin.”