Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan 2020-12-09 13:22:55   ENQERE – Çavdêriya ji bo Parastina Parastvanên Mafê Mirovan, ji Tirkiyeyê re name şand û xwest ku Endamê Lîjneya Bilind a Rûmetê ya TTB’ê Şeyhmûs Gokalp û hemû parastvanên mafê mirovan bên berdan.    Dİ 23’ê mijdarê de polisan bi ser mala Endamê Lîjneya Bilind a Rûmetê ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp, girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştre jî hatibû girtin. Çavdêriya ji bo Parastina Parastvanên Mafê Mirovan, derbarê girtina Gokalp de ji Serokkomariyê, Wezareta Edaletê, Wezareta Karên Hundir û sefîrên Tirkiyeyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şand.    Çavdêriyê, di nameyê de diyar kir ku li gorî agahiyên li ber destê wê Gokalp bi awayekî kêfî hatiye girtin. Di berdewanê de Çavdêriyê, girtin û neheqiyên ku li Gokalp hatine kirin şermezar kir û ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku li gorî peymanên navneteweyî yên alî ye tevbigere.