Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye? 2020-12-09 14:47:24   AMED – Danişîa ewil a doza rojnamevan Nûrcan Yalçin hat lidarxistin. Serokê dadgehê pirsa “Karta te ya zer a çapemeniyê heye?” ji Yalçin kir.   Derbarê rojnamevan Nûrcan Yalçin de bi hêceta endama Komeleya Jinan a Rosa ye, îfadeyên şahidê nepen li ser hene û parvekirinên medya civakî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin. Danişîna ewil a doza Yalçin li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin. Yalçin û parêzerên xwe Resûl Tamûr û Pîrozxan Karalî beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi xwendina nasnameyê û doznameyê dest pê kir. Yalçin parastina xwe kir û îdiayên li ser xwe red kir û xwest were beratkirin.   'KARTA TE YA ZER A ÇAPEMENIYÊ HEYE?’   Yalçin got ew rojnamevan e. Serokê dadgehê pirsa “karta te ya zer a çapemeniyê heye?” ji Yalçin kir. Yalçin jî diyar kir ku karta wê ya danasînê ya saziya çapemeniyê ku lê dixebite heye. Yalçin got ew bi armanca piştevaniyê bûye endamê Komeleya Jinan a Rosa ku yasayî ye û endamtiya wê ne sûc e.   PARÊZERAN BERAET XWEST   Parêzer Resûl Tamûr jî besiva pirsa dadger da û destnîşan kir ku karta zer a çapemeniyê hebe nebe ji bo rojnamevenekî ne şert e. Tamûr xwest miwekîla wî were beraetkirin.   Parêzer Pîrozxan Karalî jî parastina miwekîla xwe Yalçin kir û xwest were beraetkirin.   Şandeya dadgehê xwest parêzer pirsên dê ji şahidê nepen bikin werin amadekirin û ji bo vê 10 roj dem da û danişînê taloqî 3’yê adara 2021’an kir.